Ji "Nameyan" | Nameya Pêncem | 22
(22-23)
NAMEYA PÊNCEM


Îmamê Rebbanî (Xwedê jê qayil be) mêrxas û tavekî ji Rêza (sîlsîla) Nexşîyan de ye. Di Nameyên xwe de gotî ye ku :‘‘Derheqê geşbûna mijarek ji rastîyên bawerîyê de, ji hezar şadîyan (ezwaq) û mevacîd û keremat an çêtir dibînim.’’

Him gotîye ku: ‘‘Xala dawîya hemû rêyan, Rastî yên bawerîyê, rave û geş kirin e.’’

Him  gotî ye ku: ‘‘Welayet sê beş in. Yek welayetê piçûke ku, welayetê binavûdenge. Yek welayetê navîn e. Yek welayetê mezin e. Welayetê mezin, neketina berzaxa tesewwûfê, di riya wereseta pêxembertî de rasterast rê li ber heqîqetê vekirin e.’’

Him gotî ye ku: ‘‘Terîqeta Nexşî de, bi du baskan ve tê çûyîn. Yanê bi girêdana ferzên dînê û bi rewşeke saxlem rastîyên bawerîyê re bawerkirin e. Ger her du alîyan de kêmasî hebe, di wê rêyê da nayên çûyîn.’’

Naxwe, sê perde yên Terîqeta Nexşî heye:

Ya Yekem û tewrî yekemîn û mezin, rasterast xizmet kirina rastîyên bawerîye ku, Îmamê Rebbanî (Xwedê jê qayil be) di taliya umrê xwe de, berê xwe daye vî alî.

Ya Duyemîn: Di bin perda teriqetê de xizmet kirin a ferzên dînê û Sunnetê Seniyye ye.

Ya Sêyemîn: Bi rêya tesewwûfê, nexweşîyên dil bi xebat tune kirin e, bi pêya dil rêva çûyîn e. Ya yekemîn ferz e, ya duyemin wacib e, ev ya sêyemîn jî di hukma sunnetê de ye.

Deng tune