Madem rastî wiha ye; Ez guman dikim ku, Heger mirovên wek Şêx Evdilqadirê Geylanî (Xwedê jê qayil be) û Şahê Neqşîbendî (X.j.q.) û Îmamê Rebbanî (X.j.q.) di dewra me de bijîyan, wê bi hemû hêzên xwe destek bidana li ser rastîya bawerî û eqaîda Îslamê. Lewra, evana sedemê bextîyarîya sermedî (saadet-i ebediye) ne. Di van de kêmasî hebe, sedemên gilî û gazincên sermedî dide. Bê bawerî nikarin biçin behiştê (cennet). Lê yên ku bê tesewwûf diçin beheştê zehf zêde ne. Mirov nikarin bê nan bijîn. Lê dikarin bê fêkî bijîn. Tesewwûf fêkî ye, rastî yên Îslamê xurek (gıda) e. Ji mêj ve çil rojan bigre, heta çil salî bi rê ya dilva meş çûyîn (seyr-i sülûk) hinek rastîyên bawerîyê encax karibûn derbixistan. A niha, bi rehmeta Cenabê Heqq, di çil deqîqe yan de rêyek derbikeve rastîyê were dîtin, helbet ne karê aqile ku, hemberî vê rêyê bêpêwend (lakayd) bimîn e. Vaye, xwendevanên baldar dipejirînin ku, Peyivên sîh û sê heb, rêyek Qur’anî vekirîye.
Madem rastî eve, Peyivên derheqê sirrên Qur’anê de hatîye nivîsîn, munasibê dermanekî, melhemekî birîna vê dewrê û li hember êrişên sîtemkaran, dûçar mayîna civatên Îslamê re nûrek herî bikêrhatî û ji bona yên ku di newalên dalaletê de dikevin metelê, bawer dikim ku, rêberekî herî rast e.
Hûn dizanin ku, heke dalalet, ji nezanîyê bê, tunekirina wê hêsan e. Lê dalalet ji fen û zanistî bê, tunekirina wî zehmet e. Dewra berê de, beşa duyemîn ji hezarî yek dihate dîtin. Ji ewana ancax ji hezarî yek bi îrşadê ve dihate rê. Lewra, mirovên wusa xwe diecibînin. Him nizanin, him jî xwe zane dihesibînin. Ez tînimberçav (tasavvur) Cenabê Heqq, di vê demê de Peyivên têzanîn, ji Î’cazê Qur’anê ji çirûskên me’newî, ev dalaletên zindiq re dermanek taybet daye.
Mele Seîdê Kurdî
Werger : Mele Dawud
meledawud@hotmail.com