Rîsaleya Ûxuwetê | Mebhesa Ewel | 22
(2-22)
Wecha Şeşan: Bisebeb edawet û ïnadê, zelzele dikeve esasê heyata manewî û siheta ubûdiyet û ïbadetê. Lewra wasita xelasî û wesîla necatê, ku îxlase, zayî dibe. Lewra alîkarek muennid, yanî mirovek biïnad, dixwaze bisebeb ëmelê xweyê xeyrê tefewuq bike ser xesmê xwe; ew nabe muwefeq bi wî tewr û hereketê ha, ji bo ëmelê ku xalisen liwechillah be, û him di hukmê muamelatande ewî terefdarê xwe tercîh bike û edalet nake. Ewan ef'al û e'malê xeyriye, ku esasê wan "îxlas û edalete" bisebeb xusûmet û edawetê ẍayib dibe û sewaba wan winda dibe. (Ev wechê şeşan pir dirêje, lakîn ji ber ku qabiliyeta meqamê kurte, emê jî kurt bibirin).
Deng tune