MEBHESA DUDUYAN
بِسْمِ اللهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
اِنَّ اللهَ هُوَ الرَّزَّاقُ ذُو الْقُوَّةِ الْمَتِينُ
وَكَاَيِّنْ مِنْ دَاۤبَّةٍ لاَ تَحْمِلُ رِزْقَهَا اَللهُ يَرْزُقُهَا وَاِيَّاكُمْ وَهُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ
Ey gelê xwedîyê îman! Ji behsa pêşî te fehm kirîye ku neyartî çuqas bi zerer bû û hem fehm bike biqasê neyartîyê hirs û timakarî jî, mered û nexweşîkî zore. Jibona heyata Îslamê, û hirs û timakarî sebebê zerer û nexweşî û bindestîyêye, û mahrûmiyet û sefaletê dide anîn, belê bindestî û pejmûrdetîye. Milletê cuhûyan ku ji her milletê zêdetir bi hirs û timakarî îrişê ser dunyaê dikin ji vê hukmêra şahidek qetîye. Belê hirs û timakarî di alema jîndarande ji daîrek fire û mezin bigre, da ku bigîje ferdekî cuzî tesîrek nebaş nîşan dide. Xwastina rizqê digel tewekulê bilakis sebebê medarê rahetîyê ye û li her cîy tesîra baş nîşan dide.