Rîsaleya Ûxuwetê | Mebhesa Duduyan | 25
(23-32)

اَلْحَرِيصُ خَاۤئِبٌ خَاسِرٌ

Ev kelamê ha ketîye hukmê derbu meselan û di nezera umûmîde heqîqetek umûmî hatîye qebûlkirin. Madem wusane, eger tu ji malê pur hez dikî neku bi hirs, belku bi qenaet mal buxaze, da weku pur bêtin. Ehlê qenaet û ehlê hirsê wekî du şexsê ku diçin dîwana zatek mezin. Yek jiwan di dilê xweda dibêje, bila min qebûl bike, daweku ji sermaê derve xilas bibim, ji bo min bese, ewê kursîya li jêr bide min qencîye.

Ew murovê dinê goya heqek wî li ser wan heye û goya herkes mecbûre ku jibo wî hurmet nîşan bide bi fexr û payedarî dibêje: ew kursîya jor divê bidin min, û biwî hirs û teme'ê dikeve hundur. Çavê xwe li hêla berjor digerîne û bi hêla jorve diçe. Lê xwedîyê dîwanê wî şûnde vedigerîne û wî li jêr dide rûniştandin. Ji bowî lazimbû teşekkur bikira. Lê sipas nake, di dilê xwede ji xwediyê malê dixeyide, û ne ku sipasî kirin, belku bi eksê li xwedîyê malê î'tiraz û tenqîdan dikir. Û xwedîyê malê ji wî dil giranî dikir. Emma heçîka ew murovê pêşî bi ustû xwarî û hurmet dikeve hundur, dixwest li ser wî kursîya jêrîn rûnike. Ew qenaetkarî li xweşa xwedîyê malê dihat: keremke were jorê, jêra digot. Ev jî her ku ber jor diçû teşekkur û memnûniyeta xwe zêde dikir.

Deng tune