"Xweda yê mezin, ew malê ku ji qencî û kerema xwe dabû me, qismek ji wî malê dehan[1] yek, û qismê dinê ji çillan[2] yek, ji me xwestibû, da weku ji bo me duäê feqîran bide karkirin, û dil giranî û çavnebarîya wan ji me bide dûrkirin. Me jî, bi hirsa xwe timakarî kir, me zekat neda, ew zekata ku ketibû ser hevdu, Xweda yê mezin, ji çillan sih û ji dehan heşt girt. Û hem di her salê da mehek bi tenê jî birçîbûnek, bi heftêyan hikmet xwest, dilê me bi birçîbûna me şewitî, ew birçibûna ku carnaye, û bi lezzete me nekişand, Xweda yê mezin, hinek rojî yê ku bi heftê cîhetî bi musîbetî, pênc salan, bi zor û zehmet bi me da girtinê, da weku bibe kefaret ji bona wan rojî yê, ku di weqta wîde me negirtibû, û hem di bîst û çar saetan de, yek saetek xweş, bilind, ruhnî, bi kar, û qismek ji hên bûna rêya Yezdanê ji me xwest, me can giranî û sistayî kir, û ewî nimêj û niyazê me bicî neanîtin, û wê saetê me dinav saetê mayin de hunda kirin, Xweda yê mezin pênc salan, bi hênkirin û terbiye kirinê herbê, wek şiklekî nimêjê bû, bi me daye kirin, da weku bibe kefaretê wan nimêjê ku bi can giranî me terk kiribû." Min di xewnêde wuha gotibû û cewab dabû.