Rîsaleya Ûxuwetê | Mebhesa Duduyan | 29
(23-32)

Çawa ku di (gotina bîst û pêncan) de di behsa muwazena medeniyet û hukmê Quranê, tevekî bê exlaqî û li hevketinan, du gotinin.

Ê pêşî: Wekî ez têr bim, yekê dinê ji birçîna bimre ji mira çi?

Ê duduyan: Tu bixebite, ez bixwum.

Evan herdu gotina bi nedayîna zekatê û cereyana rîbayê tête dewam kirin, tek çara evan nexweşîyê civatan, û derman kirina van nexweşîyê giran, eve ku bête lihevdanîn zekat bişiklê dustûrekî umûmî, ku zekat wacibe û rîba herame, neku ji bo hinek şexsan û yan jibo hinek civatan, belku ji bona dewam û xweşîya jîndarîya umûmê qismê beşer, himê muhîmtir, û belku ji bo dewama jîna însan, sitûna muhîmtir zekate. Lewra beşer du tebeqê wî hene, tebeqa bijartî û tebeqa belabûyî. Ew tiştê ku ji bijartîyan biser belabûyîyanda qencî û dêlovanîyê dide rijandin, û ji belabûyîyan, li hember bijartî û dewlemendan, hurmet û li hevkirinê sererast dike, zekate. Ger ne usanbe, ji jor liser (ewaman) belabûyîyan, zor û sîtem ewê dakeve, ji jêr lihember (xewasan) bijartî û dewlemendan ewê kîn û îsyan derkeve, herdu tebeqeê beşeriyetê, ewê her tim, di cedela menewî de, û di keşmakeşî de bibin. Her ku usan dewam bike, ewê bibe wekê Ûrês, têkeve şiklê bihevçûna xebat û sermayê, ewê dest dirêjê qirika hev bikin.

Deng tune