Rîsaleya Ûxuwetê | Mebhesa Duduyan | 26
(23-32)

Ev dunya, dîwana Xweda ê Rehmane. Rûyê erdê sifrekî rehmetê ye, derecê rizq û merteba ni'metê jî di hukmê kursîyandene, û hem di her îşê buçûçik de herkes tesîra nebaş bi sebeb hirsê ku çêdibe hîs dike.

Mesela du parsek dema tiştek bixwazin her kes bi dilê xwe hîs dike ku, ew parsekê xwestina xwe tekrar dike, jê can giranî çê dibe, û tiştek nadit wî. Û ew parsekê sakin, lê merhamet tê kirinê û têştekî didin wî.

Hem mesela di şevekî de xewa te revîya be, tu jî duxwazî rakevî, tu guh nedî, ewê xewa te bê û eger bi hirs tu xewê buxwazî her wekî bibêjî eman ez rakevim, eman ez rakevim, ewê xewa te bi temamî bireve.

Hem mesela ji bo îşekî muhim tu bi hirs çavenêrê murovek dibî û dibêjî: eman nehat, eman nehat, nîhayet hirs sebra te diqedîne û tu radibî diçî, piştê çûyîna te bi deqîqekî dinê ew murov têtin lê tu nasekinî. Ew muhîm netîce bê feyde diçe. Sirrê van hadisatan eve, ku çawa ji bo wucûda nanek ku bête meydanê, terettuba xwe digre li ser erazî û bêder û aş û firnê, her wuha di tertîba tiştande hikmeta sebr û sebatê weye bi sebeb hirsê ji ber ku bi teennî û sebrê naête hareket kirin, rîayeta pêlikê me'newî ji bo wan tiştê bo bi tertîb hene naête kirin. Yan ewê liser pêlikêde gavde û bikeve, û yan ewê kêm bihêle negîje meqseda xwe.

Deng tune