Ey kesên qencî û wicdanê, û ey ehlê cuwamêrî û dayînê! Eger dayîna we binavê zekatê nebe, sê zererê wî hene, carnan jî ewê bê feyde biçe. Lewra tu wî binavê Xweda nedî, her wekî di dilê xwede tu minnet bikî, ewî feqîrê bêçare dixî bin esaret û minneta xwe. Hem tu bê hêvî dimînî jiwî duayê wîyê meqbûl, û hem tu di emrê Xweda de memûrê parikirinê yî. Heqîqet eve ku tu malê wî li ïbadê wî bela bikî, lê tu kufranî ni'met dikî, xwe xwediyê mal zen dikî. Eger bi navê zekatê tu bidî, ji bona ku bi navê Xweda yê mezin didî, sewabek pir dikî; û şukrê nimeta ku li te bûye bicî tînî, ew murovê muhtac ji berku ne mecbûre ji tere mellaqî bike, şeref û heysiyeta wî naşikê, û duä û hêvî yê wî ji bona te qebûl dibin. Belê bi qasê zekatê belku zêdetir, bo qencî û alîkarîyê û minnetdarî û ustûxwarîyê bête kar kirin, likêderê ye? Bi navê zekatê ewan qenciyan pêk anîn, hem pê ferz eda dike, hem sewab û îxlas û duäkî meqbûl, bidest xweve anîn, li kêderêye?