Rîsaleya Ûxuwetê | Mebhesa Ewel | 19
(2-22)

(Haletek îctimaî cihî teessufiye û mudhîş nexweşîkî heyata îctimaîye, ku qelbê Îslamê bi girîn dike.) Ji meslehetek heyata îctimaîye, ku linik zuhûra dujminê xaricî (derve) û hucûma (êriş) wan lazime edaweta daxilî (hundir) bête jibîr kirin û terk kirin. Hetta ev xesletê ha, yabanîtirê qewman dîsa, teqdîr kirine û pê ëmel kirine. Çi bûye ji van kesî ku de'wa xizmetê dikin, ji bo vî cemaeta (civat) Îslamiyê, di vî haletê ku bê hedd û be hesab dûjmên hene, we li pey hev wezîyeta hucûmê girtine, ew perçeê edaweta di mabeyna wanda heye, jibîr nakin. Û ji bo hucûma dujminê xaricî zemîn hazir dikin. Ev halê ha ketinê, wehşete û xiyanete ji bo heyata îctimaîyê Îslamiyê.

(Hikayekî medarê ïbretiye) Eşîreta Hesenan ku ji eşîretê bedewî bûn. Ji hevra dujmin du qebîlê wî hebûn. Belkî ji hev pêncî mêrî zêtedir kuştibûn. Digel viqasî, eger ji eşîreta Sibkan weya Heyderan, qebîlek li hember wan derketana; ev herdu alîyê dujminan edaweta berîn (mabeyna xwe) jibîr dikin. Mil mil didan hevdu û edaweta daxilî jibîr dikirin, nedianîtin bîra xwe, hetta ku ew eşîreta xaricî def' bikin.

Deng tune