Hadîsekî cihî ïbretiye: Weqtekî Îmamê Elî (r.a.) dimeydana şerêda kafirek davêje erdê. Û şûrê xwe dikşîn ku serê wî jêke. Ew kafir tûf dike rûhyê wî. Û ew jî berdide û sera wî jê nake. Ew kafir jêre dibêje: "Çira te ez serjê nekirim?" Îmam wuha cewab dide: "Minê te ji bo Xwedê serjê bikra. Lakîn weqta te tûf limin kir; hiddetê min girt û hissa nefsa min tevlê bû. Îxlasa min zerar dît, ji bo vî qasê min te serjê nekir. "Ew kafir wuha dibêje: "Ji bo ku tu zû min serjê bikî, min te anîtîbû hiddetê; madem dînê we bi vî derecê safî û xalise; ew dîn heqqe".
(Waqi'ekî medarê dîqqetiye): Di zemanekî da hakimek, weqta destê dizek jê dikir. Belku di wî esnaê da eserê hiddetê nîşanda, di wî anêda (dem) amirê wîyê adil, bidîqqet lê nezer kiribû, û ewî ji wî wezîfê davêje. Lewra eger wî bi navê Şerîet'ê û bi hesabê Qanûna îlahî jêkira, gerek dilê wî pê bişewtîya û qelbê wî hiddet nekra, lakîn ne ku merhemet jê bikra, biba mani'ê destjêkirinê. Ji berku di wî hukmêda, ji nefsa xwera parek deranîtîbû, lewra bi edalet îş nedîtîbû.