Rîsaleya Ûxuwetê | Mebhesa Ewel | 17
(2-22)

Ji sûala sisiyara emê wuha cewab bidin û bêjin: Ewan tesadumê efkaran, yanê bihevketina dozan bi navê heq û bi heseb heqîqetbûn di meqsedê esasîde ew muttefiqin bi hevrane, di wasitande îxtilaf dikin. Ev new'î ha jî îxtilaf dikare her teref û koşeê heqîqetê îzhar bike. Û ji heq û heqîqetêra xizmet bike. Feqet ew tesaduma efkaran, ku bi terzê şeklê terefdarî û ẍerezkarî û bi hisebê nefsa emmare, ku bûye mislê fir'ewn û bi qaîdeê ku xwe bifroşe, yanî ji bo şoreta xwe îzhar bike. Ne qabile ji vî tesadumê neku şû'le û nûra heqîqetê, belkî agirê fitneê derdikevî. Lewra di meqsedêde îttifaq lazime. Ji bo fikra mirovanî wuha liser rûyê erdê nuqta telaqî, îttifaq û husn û qabilê naête dîtin. Lewra ji bo ku ne binavê heqqe, bênîhaye bi îfrat hereket dikin û ji heddê xwe tecawuz dikin. Û dibin sebeb, ji îftiraq û înşiqaqê wusan, îdî ne qabile ji bo îltiyam û rehetbûna wan birînan. Halê alemê vîga jî jivîra şahide. Elhasil "El-hubbu lîllahi, wel-buẍdu fîllahi, we'l-hukmu lillahi" dustûr û qewanînê bilindin. Eger bi van dustûran hereket û ëmel neête kirin, vîcar nîfaq û îftiraq ewê meydan bistînin û zebt bikin (Yanî meydan liber wan fire bibe). Belê ev mirovê "El-buẍdu fîllah, wel-hukmu lillah" nebêje û evan dustûran neyne nezera î'tibarê, weqta bixwaze edalet bike, ewê zulm bike.

Deng tune