Rîsaleya Ûxuwetê | Xatime - Derheq Xeybetê da | 35
(33-37)

Belê bi îfadea vê ayetê, bi delaleta kelîmatê wîna tek û tek, zem û ẍeybet, ëqlen û qelben, û însaniyeten, û wicdanen û fitreten, û milliyeten mezmûme nebaşe. Tu nezerke vê ayetê bi ïbarekî wecîz û kurt, şeş mertebê zemê zem dike, û bi ïbarekî mucîz, bi şeş derece jiwî curm û gunehê zecr û men dike.

Ẍeybet sîlehek zehf bê kimahîye, û bê kêre, ku ehlê edawet û hesed û ïnadê wî pur îstimal dikin. Ew mirovê ku xwediyê ïzzetu nefsêye, tenezzul nake ku vê sîleha hayê pîs îstimal bike. Çawa ku zatek meşhûr wuha gotiye:

وَ اُكَبِّرُ نَفْسِى عَنْ جَزَاءٍ بِغِيْبَةٍ - فَكُلُّ اِغْتِيَابٍ جَهْدُ مَنْ لاَ لَهُ جَهْدٌ

Yanî ez nefsa xwe tenzîh dikim û älî digrim; ku ez duşmenê xwe bi ẍeybetê bidim ceza kirinê, û tenezzul nakim. Lewra ẍeybet sîlehê murovê zeîf û zelîl û rezîla ne! 

eybet ewe ku eger ew şexsê ku ẍeybeta wî tête kirin, li wê derê bûya û bibihîsta, ewê bixeyîdîya, û ewê îkrah bikira. Eger ew şexsê ẍeybet dike, rast bibêje jixwe ew ẍeybete, û eger derew bike, ew hem ẍeybete û hem îftiraye, ew çaẍ gunehek bi du qate, û pur nebaşe.

Deng tune