Ẍeybet bi çend maddeê xusûsî cewaz jêre heye.
Yek jê: Bi sûretê şikayetê ji murovek wezîfedar re bibêje, da ku ji bo wî alîkarî bike, û ew qebahetan ji wî murovî dûr bike, û heqê wî murovê ku şikayeta wî hatîye kirin bistîne.
Û yek jê: Murovek bi şexsekîre teşrîkê mesaî û nîvekarî duxwaze bike, û bi te şêwir dike, tujî sirf jibo meslehet û bê ẍerez, da we ku heqê meşweretê eda bikî, û tu bêjî, biwî murovîre nîvekarî meke, lewra tuyê jiwî zerer bibînî.
Û yek jê: Ne ku bi qesda tehqîr û teşhîrê, belku bimeqseda te'rîf û bidî naskirinê, tu bibêjî, ew murovê topal yan sersem çû filan derê.
Û yek jê: Ew murovê ku ẍeybeta wî kirin, fasiqê mutecahire, yanî xerabî û nebaşî ëmel dike, ji xelkê fedî nake, belku biwan guneh û seyyîatan îftixar dike, û ji zulmê lezzet dibîne, û bi sûretek wusa ëmelê xerab dike, bi hesiyet ku ji tu kesî fedî nake.