Ji "Nameyan" | Nameya Duyem | 13
(13-14)

NAMEYA DUYEM

[1]     

(Ev beşek ji bersiva diyarîya şagirtê tê behskirin û tê zanîne.)Jêrenot:

YA SÊYEMÎN: Te ji min re diyarîyek şand. Tu dixwazî dustûra min a girîng xera bikî. Ez nabêjim ku:“Wek Birayê min Abdulmecid û biraziyê min Abdurrehman min çawa diyariya wan qebûl nekir, ji te jî qebûl nakim.” Lewra tu ji wan hin pêşdatir û nêzika ruhê min i. Diyarîya herkesi tê red kirin, lê ya te tenê ji bona careki tê qebûl kirin. Lêbelê ji ber vê qasê ez dixwazim sirra vê dustûra xwe ji te ra bêjim. Wusa ku:

Seîdê Beré minnet nedistand. Ji ber ku nekeve bin minnetê mirinê qebûl dikir. Pir zehmeti û meşeqqat kişand lê disa dustûra xwe xera nekir. Ev taybeti ji Seîdê Kevin ji birayêteyi bêçare re mirateye. Tezehhüd u xwe ji dûr xistin nîne. Belkî çar pênc sedemên wi hene.

Ya yekemîn: ehlê delalet, ehlê ilmê, Ji ber ku ilmê xwe ji berjewendiya xwe re dike wasite. tawanbar dikin. Dibêjin: “ilm û dîn ji meişetê xwe re dikine wesîle” Bêînsafî êrişa wan aliman dikin. Divê em van gotinan bi kirinên xwe derewkar derxînin.

Ya Dûyemîn: Bona ku em rastîyan belav bikin, divê em li dû pêxemberan bin. Derheqê belevkarên rastiyande Di Qur'ana Pîroz de dibêje: 

[2]

xwe ji mirovan dûr xistine. Di Sureta Yasîn de hevoka 

[3]

derheqa mijara me da pir balkêş e...


[1] Çi tişta heyî her bi pesnên tekuz Xwedê dipesinînin (Sureta Îsra, ayet: 44)
Jêrenot:Ew şagirt Hulûsî Bey e
[2] Heqdesta min tenê ji Xwedê ye. Heqdesta min tenê ji Xwedê ye (Sureta Yûnus, ayet:72 û Sureta Hûd, ayet: 29)
[3] Bidin pey yên ku ji we tu berdêlekî naxwazin. Bêguman ew, li ser riya rast û durust in. (Sûreta Yasîn, ayet: 21)

Deng tune