Rîsaleyên Îxlasê | Rîsaleyên Îxlasê | 2
(1-42)
LEM'AYA BÎSTAN
û hedîsa 3
nîşan didin ku îxlas, di Îslamîyetê de, çiqas esasekî girîng e. Ji nukteyên evê mesela îxlasê yên bê hed, tenê emê pêne xalan, bi kurtî beyan bikin.
Tembîh: Xweşbextîyeke evê îspartaya mübarek ya ku medarê sukranê ye ev e ku, ehlê teqwa û ehlê terîqet û ehlê îlmê yên ku lê ne, li gor cîyên din, îxtîlafa wan ya reqa- betkarane nayê xûyan. Her çiqas, ew muhabbet û îttîfaqa heqîqî ya ku lazim e, tune be jî; li gor derên din, muxalefet û reqabeta bi zerar, tune.
-------------------------------------------------------
1 Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm.
2 Me ev Kitêba, ji te re bi heq daxistîye. Tu dîn, xalis ji Xwedê re bigre û jê re ibadetê bike. Bas bizanibe ku dînê xalis, yê Xweda ye. (Sûreta Zumer: 2-3)
3 Insan çûn helakê; tenê alim, xelas bûn. Alim jî çûn helakê, tenê yên ku bi ilmê xwe ve, emel kirin, rizgar bûn. Yên ku bi ilmê xwe, emel kirin jî, helak bûn. Ancax bi tenê, xwedî îxlas, xelas bûn. Xwedî îxlas jî, li ser xetereke mezin nin. (Kesf’ul Xafa, 2/280)
Deng tune