Rîsaleyên Îxlasê | Rîsaleyên Îxlasê | 4
(1-42)
Emma ehlê dîn û eshabê îlim û erbabê terîqetê, ji wana her yekî wî, çawan ku wezîfeya wan li umumê inêre; her wusan jî, ucretê wanê hazir jî, kifse nîne û texsîs û par ve nebûye; û her yekê wî, hisseya wan ya di meqamê civakî de û ya di tewecuha însanan û husnê qebulê de jî, ne eyan e. Ji bo meqamekî, gelek namzed çêdibin. Li her ucretekî maddî û manewî, gelek dest dirêj dibunê. Ji ber vê xalê,gengesî û  eqabet derdikeve û wîfaq, dizivire nîfaqê; îttifaq,diqulibe ixtîlafê.
Han, dermanê evê nexwesîya dijwar, îxlas e. Yanî, divê meriv heqperestîyê, tercîhê nefîsperestîyê bike û

atirê heqê, di ser xatirê nefs û enanîyetê re, bigre ; her wuha,mazharê sirra 1    bube û bi îstîxna û xwe dûr girtina ji ucreta maddî û manewî ya ku ji însanan tê  (Hasîye) mazharê sirra

 2
    bube û divê
----------------------------------------------------------------------------
1 “ ucreta min, tenê ji Xwedê Teala ye”(Sureta Hud: 29)

Hasîye: Xesletê sehabîyan yê “Îsar” ê ku azharê medh û senaya Qur’anê bûye, divê meriv ji xwe re bike rehber; yanî di qebulkirina hedîye û sedeqan de, divê kesên din, tercîhê nefsa xwe bike û menfîeta maddîya ku ji dêl xizmeta dînî ve tê, divê nexwaze û bi dilê xwe talep neke, li bendê nemîne; divê ewê, sirf îhsaneke îlahî bizanibe û minneta însana hilnede û ji ber xizmeta dînî jî, negre.
Lewra lazime ku ji ber xizmeta dînî, li dunyayê tistek neyê xwestin; da ku îxlas neskê. Her çiqas heqê wan  heye ku umet maîseta wan temîn bike . Him musteheqê zekatêne jî. Feqet ev nayê xwestin. Bîlakîs, tê
dayîn. Gava hate dayîn jî, divê neyê gotin ku “ ev ucreta xizmeta mine.” Divê meriv heta dikare, bi eneetkarane, nefsa yên din ên musteheq û ehîl, tercîhê nefsa xwe bike. Bi mazharîyeta sirra

ve ji evê tehlîkeya dijwar xelas bube ûîxlasê qezenc bike.
* (ewana çendî îhtiyaca wan hebe jî, wana di ser xwe re digrin (Sureta Hesr: 9 )

2 “wezîfa pêxember, tenê teblîx e, ragîhandin e.” (Sûreya Maîde: 99)
Deng tune