Rîsaleyên Îxlasê | Rîsaleyên Îxlasê | 21
(1-42)

      1

bawerî/îtîmat bi nefsa emare nabe. Enanîyet û nefsa emare, bila we nexapîne.
Ji bo qezenckirin û muhafezeya îxlasê û rakirina astengan,ev dustûrên dê bên, bila ji we re, bibin rehber.
DUSTÛRA WEYA PÊSIN: Lazim e di emelê we de, riza Îlahî, hebe.
Ku Ew, razî be; dixwazî, bila hemû dunya bixeyîde,qîmeta wê, tune. Gava Ewî qebûl kir, hez dikî, bila hemû xelk red bike; tu tesîra wê tune. Pistî ku Ew razî bû û Wî qebûl kir, ku Ew bixwaze û hikmeta Wî îqtiza bike, qet
nîyeta we ya xwestinê tune be jî, bi xelkê jî, dide qebûlkirin û wan jî, razî dike. Lewma, di evê xizmetê de, divê tenê sirf riza Xwedê Teala, bube armanca esasî.
DUSTÛRA WEYA DUDÛYAN: Divê hûn, ewan birayên xwe yên ku di evê xzmeta Qur’anê da ne, tenkîd û rexne nekin;
û tamarê wan yê xiptayê, bi tehrekî fazîletfirosane, tahrîk nekin.
Lewra çawa ku destekî meriv, bi destê din re, reqabetê nake; çavekî wî, çavê din, rexne nake; zimanê wî, berbirî guhê wî nayê; qelb, qusûra ruh, nabîne. Bereks, kêmasîya hevûdu temam dikin, qusûra hev, vedisêrin; pist didin hewcehîyên hev, alîkarîya wezîfeya hev dikin. Wer ne be, heyata wê wucûda însanî, ditemire; ruhê wî direve; bedena wî jî, belav dibe.
---------------------------------------
1 Bi rastî nefs, zêde xirabîxwaz e, ji bilî yê ku Rebbê min lê hatibe rehmê. (Suretê Yûsuf: 53)
Deng tune