Rîsaleyên Îxlasê | Rîsaleyên Îxlasê | 22
(1-42)
Him çawa ku çerxên fabrîqeyekî, reqabetkarane, bi hev da nakevin, nakevin pêsîya hevûdu û li hev zorê nakin,qusûra hevûdu nabînin û hev rexne nakin û sewqa hevdû ya xebatê nasikênin û hevûdu navêjin teralîyê. Bereks, bi hemû qabilîyetên xwe, alîkarîya hev dikin, da ku tevgerên xwe, sererastê ber bi armanca umûmî bikin; bi hevkarîyeke rastîn , bi îttîfaq; ber bi xayeya xilqeta xwe ve,dimesin. Ger qasî zerre misqal êrîsek, sitemkarîyek tevlê be; dê ewê fabrîqê, tevlihev bike; bêencam, bêkêr bihêle.
Dê xwedîyê fabrîqê jî, ewê fabrîqê, ji binî ve, biskêne û belav bike.
Belê, ey Sagirtên Risaleyê Nûr û xizmetkarên Qur’anê! Hûn û em, aza û endamê sexsê manewîyeke -ku layiqê navê însanekî kamilê -wuha nin. Û em di hukmê çerxên fabrîqeke wusa da nin ku, seadeta ebedî ya ku di nav heyata ebedî da ye, netîce dide. Û em xebatkarên xizmeta kestîyeke rebbanî ya wusa nin ku, ummeta Muhemmedî eleyhî s Selatû Wes Selam, derdixe Darusselam a ku sahîla selamtîyê ye. Helbet em, mecbûr û muhtacê wê yekîtîya heqîqî û bi dest xistina wê sirra îxlasê nin ku, ji çar kesan, hêza manewîya hezar û sed û yanzdehan, bi dest dixe.
Belê, ku sê heb “elif” nebin yek; qîmeta wan, tenê “sisê”ye. Ger bi me’na hejmarbûnê, bibin yek; qîmeta wan,
dube “sed û yanzdeh”. “Çar” heb “çar”, ku ji hev cihê bin;qîmeta wan, “sanzdeh”e. Lê ger bi me’na biratîyê û bi yekîtîya armancê û bi hevalbendîya wezîfeyê, werin ba hev û li ser xêzekê, mil bidin hevûdu; ew çax, dê hêz û hêjayîya wan, bube “çar hezar û çar sed û çil û çar”. Her wuha, gelek bûyerên tarîxî, sahid in ku, bi me’na îxlasa heqîqî, qîmet û quweta mavewîya “sanzdeh” birayên fedakar, ji “çar hezar” î derbas bûye.
Sirra evê sirrê ev e ku: Di hevalbendîyeka rastîn û ji dil û samîmî de, her ferdek, dikare bi çavên birayên xwe yên
Deng tune