Rîsaleyên Îxlasê | Rîsaleyên Îxlasê | 41
(1-42)
(Manzûmeyeke derheq Rîsaleyê Nûr de hatîye nivîsîn ya alimekî muhimê ku li Medîneya Munewwere dimîne.)
Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî
JI USTADÊ MEZIN, FATÎHÊ DILAN RE
Bi nûra xwe, hemû dilê min te feth kir ey ustad!
Dilê min, te bi heyecanên qudsî ve, dike yad
Can hate îlhama min, bi xebera berata te
Mu’mînan tev dilsad kir, ewê zafera te
Aso pak û paqis bûn, ji wan ewrên bi qaswet
Eyda mezin pîroz dikin, li esmanan milyaket
Îmana bi milyonan, rizgar kir, cîhada te
Di dilên bi îman da, xwes disxule yada te
Tîne cosê îmanan, bi hezaran wecîzên te
Bi heyecanên pîroz, temase dikim tarîxa te
Îlhama min mest kir, evê tecella cemala te
Bibîr dixe rehberên wek Fatîh, ehwala te
Rojên here tirsnak de, nehejyayî, wek çîyan
Li hember zordarîya ku mirin jê dipekîyan
Ew îmana di te de, dehset dide aleman
Îmana te ya bê lerz, dijmin jî, jê re heyran
Lewra ji bo te rehber, Pêxemberê Zîsan e
Eserê te yê nemir, bo ciwanan nîsan e
Tu bû yî mazharê Feyza Qur’ana ezel
Te da, însanîyetê, dersa îman û kemal
Mîna ku ji cenetê bê, me re bûyî bext û tac
Alem benda irfana te, îrsada te re muhtac
Di her eserê xwe de, wek derya nûr hildigrî
Bo Nûrcîyên Xweda nas, tu rêzan û rehberî
Milyonan tîne cos û hurûsan ew “Gotinan”
Alemên di cennetê, dide dîtin, bi çavan
Deng tune