Rîsaleyên Îxlasê | Rîsaleyên Îxlasê | 42
(1-42)
Îlhama min mest kir, evê tecella cemala te
Bibîr dixe rehberên wek Fatîh, ehwala te

Rojên here tirsnak de, nehejyayî, wek çîyan
Li hember zordarîya ku mirin jê dipekîyan

Ew îmana di te de, dehset dide aleman
Îmana te ya bê lerz, dijmin jî, jê re heyran

Lewra ji bo te rehber, Pêxemberê Zîsan e
Eserê te yê nemir, bo ciwanan nîsan e

Tu bû yî mazharê Feyza Qur’ana ezel
Te da, însanîyetê, dersa îman û kemal

Mîna ku ji cenetê bê, me re bûyî bext û tac
Alem benda irfana te, îrsada te re muhtac

Di her eserê xwe de, wek derya nûr hildigrî
Bo Nûrcîyên Xweda nas, tu rêzan û rehberî

Milyonan tîne cos û hurûsan ew “Gotinan”
Alemên di cennetê, dide dîtin, bi çavan

Qur’an, te te’yîd dike, bi mu’cîzeyên xwe ve
Ey fatîhê dilanê bi san, qet neskine, pêskeve

Tarîxa heyata te, tije ye, xarîqan ve
Li alemê wek rojê, her daîm dide tav e

Tu sazûmana rojê, temsîl û silav dikî
Li fezayên bi heybet, bi lez û bez, gav dikî

Dê neslên xwedî îman, ewên te bisopînin
Bi salan û bi esran, dê l’ dû te bidomînin

Tarîxek nû dinivîsî, bi lez û beza îman
Tevî ewladên xweyên ku pirtir in j’milyonan

Carkî de vedibe, alemeke bi esrar, li ruhê min
Nikare vebêje, evê esqa min, nalîna siîra min
Ali Ulvi Kurucu
Deng tune