Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 2
(1-35)
Ya Îlahî we ya Rebbî! Ez bi çavê îmanê û bi talîm û nûra Qur-anê û bi dersa Resûlê Ekrem eleyhîsselat û wesselam û bi nîsandana îsmê Hekîm dibînim ku; li asîmanan tu deweran û hereketek tune ku weha bi intîzama xwe ve, ji mewcûdîyeta Te re îsaret û delaletê nekin. Û tew tu ecrameke asîmanî tuneye ku bi bêdengîya xwe, bi wezîfeya xwe ya ku bêteqereq dike û bi sekina xweya bêsitûn ve; ji Rubûbiyet û wehdeta Te re sahidî û îsareta xwe, tune be.
Û tu sitêrk tune ku bi xilqeta xwe ya mewzûn, bi rewsa xwe ya muntezem û bi vebisirîna xwe ya nûranî û bi muhra(sikkeya) xwe ya bi hemû sitêrkan re mumaselet û musabehetê,ji hesmeta ûlûhiyet û wehdaniyeta Te re, di îsaret û sahidiyê de, nîn be. Û ji duwanzdeh seyyareyan tew jê yek seyyare sitêrk tune ye ku bi tevgera xwe ya xwedî hîkmet û bi musexxeriyeta xwe ya îtaetkar û bi wezîfeya xwe ya întîzamdar û bi peykên xwe yên girîng, ji wucûba wucûda Te re sahidî û ji selteneta Ûlûhiyeta Te re îsaretê neke!
Belê asîman, bi sekeneyên xwe, çawan ku her yek bi tena sera xwe sahidî dikin, bi hemû heyeta xwe, bi awakî eyan û beyan, ji wucûba wucûda Te re - Ey Xaliqê ku erd asîmanan çêkirîye!- weha sehadeta zahirane... û ji wehdet û yekîtiya Te re - Ey Ewê ku zerreyan digel murekkebata wan a muntezem, tevdîra wan dibîne û îdare dike û van sitêrkên seyare(gerstêrk) tevî peykên wan ên manzûm,dide zivirandinê, ji fermana xwe re dide îte’etkirinê! –wisan qewî sahidîyê dikin ku, burhanên nûranîyên bi qasî hejmara sitêrkên li rûyê asîman û delîlên ronak, wê sahidiyê tesdîq dikin.
Hem ev asîmanên pak, paqij, xwesik, bi cirmên xwe yên fewqelade mezin, fewqelade bi sur’et, ji aliyê nîsandana mîna artêseke muntezem û arastineke(donanma) seltenetê ya ku, bi lembeyên elektrîkê ve hatiye xemilandin, ji hesmeta Rubûbiyeta Te re û ji ezameta qudreta Te ya ku her tistî îcad dike re, zahir delalet... ji hakimiyeta Te ya ku asîmanên bêserûber vedigire re, qewî îsaret.. û ji firehiyên bêdawî yên rehmeta Te ya ku her zîheyatekî digire hemêza xwe û ji îhateya her tistî ya ilmê Te yê ku, têkiliya xwe, bi hemû kar û bar û keyfiyetên hemû mexlûqatên asîmanî re heye û ewan tevan dixe kefa destê xwe, tenzîm dike, û jisumûla hîkmeta Te ya ku her tistî re, bêguman sahidîyê dikin.
Deng tune