Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 23
(1-35)
ya qudsî ya ku her tistî îhate dike û bi her yek mewcûdî ve, gelek hîkmetan datîne; hetta di her yek darekê de, bi qasî hejmara fêkiyên wê, encaman dide dayîn û di her xwedîjiyanekê de, bi qasî hejmara azayên wê, belkî bi qasî hejmara cuz û huceyreyên wê, meslehetan disopîne û hetta çawan ku zimanê mirov, bi gelek wezîfan, dide wezîfedarkirin,bi qasî hejmara tehmên xwarinan, bi wan mîzanokên ku zewqî ne, dide techîzkirin.
Û him ji dewama tecelîyên wan navên Te yên celalî û cemalî yên ku numûneyên wan, li vê cîhanê tên dîtin, bi
awayekî here rewnaq, dê li ebedulabadê dewam bikin; û ji beqa û berdewmîya îhsanên Te yên ku numûneyên wan, li evê alema fanî tên xûyan, dê bi awayekî bêhtir sa’sa’pas, li dara seadetê bidomin, û ji hevrebûn û hevalbendîya wan mustaqên ku li evê dunyayê wan dîtine, dê li ebedê jî, bi wan re bin re, bilîcma û bilîttîfaq sehadet û delalet û îsaret dikin.
Hem di serî de Resûlê Te yê Ekrem eleyhîsselatu wesselam û Qurana Te ya Hekîm, li ser bi sedan mucîzeyên askere û ayetên qet‘î; hemû enbiyayên ku eshabê erwahên nûranî ne û ewliyayên ku eqtabê qelbên rohnîdar in û esfiyayên ku, erbabê aqilên munewer in û di hemû suhûf û kitêbên muqeddes de, xwe sipartine wan w’ed û tehdîdên Te yên ku Te pir bi tekrar kirî ye, û bi îtîmada xwe ya bi selteneta rubûbîyeta Te û izzeta celal û sanê Te û wan sifetên Te yên qudsî yên mîna qudret û rehmet û înayet û hîkmet û celal û cemalê, û bi îtîqadên xwe yên û bi kesfîyat û musahedat û bi îlmelyeqînî; mizgîniya seadeta ebedî, didin cin û însan. Û radigihînin û îlan dikin ku ji bo ehlê delaletê Cehennem heye û pê îman tînin û sahidîya wê dikin.
Deng tune