Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 21
(1-35)
Belê, di dilan de, di pist perdeya xeybê de, tu xatireyeke xeybî ya ku li Zatekî îxtarker dinihêre… û tu ilhameke sadiqa ku li Zatekî îlhamdêr, dide nihêrtin û tu îtîqadeke yeqînî ya ku bi awayê heqelyeqîn, wan îsmên Te yên husna û sıfatên Te yên qudsî kesf dikin û tu qelbekî nûranî yên enbîya û ewliyayên ku nurên wacîbûl wûcûdekî, bi awayê eynelyeqînî musahede dikin.. û tu aqilekî munewer ê esfiya û sidiqînên ku ayetên wûcûba Xaliqekî Kullî Sey û burhanên wehdeta Te, bi awayê îlmelyeqînî tesdîq û îsbat dikin tune ye ku ji wûcûba wûcûda Te re û ji sifatê Te yê qudsî re û ji wehdet û ehediyet û îsmên Te yên husna re, sahidiyê nekin, delîlîya wan, tune be û îsareta wan, nîn be.
Û nemaze Resulê Ekrem eleyhisselatû wesselamê ku îmam û reîs û xulaseya temamê enbiya û ewliya û esfiya û siddîqînan e, tu mucîzeyeke wî ya zelala ku îxbarên wî tesdîq dikin.. û tu heqîqetên wî yên ‘alî/bilind yên ku heqaniyeta wî nîsan didin.. û Qur-ana Mucizul Beyan a ku xulasatul xulasaya hemû kitêbên biheqîqet ên muqedes e, tu ayeteke wê ya tewhidî ya qet’î.. û ji meseleyên îmanî, tu meseleyeke qudsî tune ye ku ji wûcûba wûcûda Te re û ji sifatên Te yên qudsî re û ji wehdet û ehediyeta Te re, ji esma û sifatê Te re, sahidiyê neke û delîliya wan tune be û îsareta wan nebe!..
Hem çawan ku bi sedhezaran, ew muxbîren sadiq, xwe dispêrin mûcîzat û keramat û hucetên xwe û ji hebûn û yekîtîya Te re sahidiyê dikin; her wisan jî, bi îcma, bi îttîfaqê,dereceya hesmeta rûbûbiyeta Te ya ku ji îdareya hemû kar û barên ersê e’zem ê ku mûhîtê her tistî ye, bigre; heta zanîn û bihîstin û îdareya xatirat û daxwaz û duayên qelb yê herî vesarî û cuz’î, cereyan dike; û dereceya ezemeta qudreta Te ya ku li ber çavê me, tistên bêhed ên cur be cur, bi yek carê îcad dike, bêyî ku fiîlek ji fiîlekê re, karek ji karekî re bibe asteng û tistekî herî mezin, nola mêseke herî piçûk bi asanî çê dike; îlan û îxbar û îsbat dikin.
Deng tune