Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 18
(1-35)
xwesi kahiya wê ya gelek zêde re îsaret dike û bi xwedîkirina her yek ji wana, bi taybetî ya wan weled û têjikên ku bi awayekî gelek nazdar û nazenîn; û bi cîh anîn û tetmînkirina hewes û daxwazên wan; ji cemala înayeta Te ya pir sîrîn re, îsaretên bêhed dikin.
Ey Rahmanûrrahîm! Ey Sâdîqû’l-Wa’dû’l-Emîn! Ey Mâlîk-î Yevmîddîn! Bi talîma Resûlê Te yî Ekrem eleyhîsselatu wesselam û bi îrsada Qur-ana Te ya Hekîm têgihîstim ku: Madem encama herî bijarte ya kaînatê, jiyan e û xulaseya herî bijarte ya jiyanê, ruh e û ji ruhbaberan, qismê herî bijarte, yê xwedîsuûr e û di nav xwedîsuûran de, yê ku herî zêde bi qabiliyet mirov e û hemû kaînat bi xwe jî, musexxerê jiyanê ye û ji bo jiyanê dixebite û yên xwedîjiyan, ji ruhbaberan re musexxer in û ji bo wan ruhbaberan têne sandin vê dunyayê û ruhberên ku hene, musexxerê însan in û ji însanan re alîkarî dikin.. û mirov, ji aliyê fitretê ve, ji Xaliqê xwe, bi awayekî zaf ji dil hez dikin û Xaliqê wan, hem wana hez dike, hem bi her wesîleyî xwe bi wan dide hezkirin.. û qabiliyeta mirov û cîhazên mirov ên manewî, li alemeke din a baqî û li jiyaneke ebedî dinihêre; û dil û suûrê mirov, bi hemû hêza xwe beqayê dixwaze .. û zimanê mirov, bi dua û lavayên xwe yên bêhed, ji bo beqayê bi Xaliqê xwe re, dua dike û dizare û digaze. Helbet û her hal, ew ê ku zaf hez dike û tê hezkirin.. û ew, wan mirovên ku mehbûb û muhîb in, bi awayekî ku careke din êdî wan nevejîne, nakuje Îca ew însanên ku ji bo muhebbeteke ebedî hatine afirandin,qet nabe ku bi edaweteke/dijminahiyeke ebedî,wan bide xeyidandin û dilê wan bihêle û ev yek ne qabil e.Bileks, ji ber hîkmeta ku dê li alemeke din a ebedî bi awayekî
Deng tune