Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 20
(1-35)
lîsanê hal û lîsanê qal, Sanî’ û Mabûdê xwe, ji kêmahî û ji serîkiyê teqdîs dikin û ji nîmetên Wî re, senakar û sukurdar in û her yek ji wan, îbadetê xwe yê mexsûs dikin.Ey ewê ku ji sîddeta zuhura xwe, xwe alîperde kirîye! Û ey Zatê Eqdes ê ku ji ezemeta kibriyaya xwe, pistperde bûye! Bi tesbîhên hemû jiyandaran,
Te teqdîs dikim û niyet tînim  û  سُبْحَانَكَ يَا مَنْ جَعَلَ مِنَ الْمَاءِ كُلَّ شَيْءٍ حَىٍّ 1
dibêjim.
Ya Rabbe’l-âlemîn! Ya Îlâhe’l-ewwelîne we’l-âxirîn! Ya Rabbe’s-semavatî we’l-aradîn! Bi talîma Resûlê Ekrem eleyhîsselat û wesselam û bi dersa Qurana Hekîm têgihîstim û min îman anî ku: Çawan erd, esman, feza, dar, berr û behr, nebat, heywan; bi tevî efradên xwe, bi besê xwe û bi zerreyên xwe, Te dizanin; Te nas dikin û ji hebûn û yekbûna Te re sehadet û delalet û îsaret dikin; her wisan jî, xwedîjiyanên ku xulasaya kaînatê ne û mirovên ku xulasaya xwedîjiyanan in û enbiyayên ku xulaseya mirovan in û musahede û îlham û îxracatên qelb û aqilan ên ku xulaseya ewliya û esfiya ne, bi qet’îtiyeteke ku bi qasî sedan îcma û bi sedan tewaturan bi hêz e, bêguman ji wucûba wucûd Te re û ji wehdet û ehediyeta Te re,sahidiyê dikin û îxbar dikin. Bi mûcîze, keramet û burhanên xwe yên yeqînî, agahiyên xwe, îsbat dikin.
-----------------------------------------------------------
1- Ey,yê ku her tistî ji avê çê dike û heyatê didê! Tu ji her qusûr û kêmasîyan munezzeh î.
Deng tune