Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 19
(1-35)
dilsad bijî, ji bo li vê dunyayê bixebite û wê (jiyana ebedî ya mesûdane) qezenc bike, hatiye sandin. Û ew navên ku li mirovan tecellî kirine, bi cilweyên xwe yên li vê jiyana fanî û kurt, îsaret dikin ku li alema beqayê,insanên ku neynika wan in, dê bibin mezherê cilweyên wan ên ebedî.
Belê, dostê ebedî yê sadiq , dê ebedî be. Û eynika xwedîsuûr a baqî, divê ku baqî be.
Ji riwayeta sehîh tê fêmkirin ku ruhê heywanan, dê baqî bimîne û hin ferdên mexsûs ên mîna Hudhudê Suleymanî 1 (e.s.) û Neml û Naqeya Salih (e.s.) û kelbê Eshabê Kehf; hem dê tevî ruhê xwe, hem tevî cesedê xwe, biçine alema baqî; û ji bo carcaran bikaranînê, ji her celebekî, dê tenê yek cesedekî wan hebe; û hîkmet û heqîqet, hem rehmet û rubûbiyet jî wisan îqtîza dikin.
Ey Qadirê Qeyyûm! Ew hemû xwedîjiyan û xwedîruh û xwedîsuûr; di mulkê Te de, tenê bi qewet û qudreta Te.. û ancax bi îrade û tedbîra Te û bi rehmet û hîkmeta Te, ji fermanên rubûbiyeta Te re hatine tesxîrkirin û bi wezîfeyên fitrî hatine wezîfedarkirin. Û besek jê, ne ji bo hêz û biserketina mirovan, bileks ji bo acz û ze’fa mirovan ya fitrî, bi hêla rehmetê ve, ev jê re musexxer bûne.. Û ew, bi
---------------------------------------------------------
1- Di dema Hz. Suleyman Pêxember de, çivîkek bi navê Hudhud heye.
Ev çivîk, gelek bi nav û deng e. Hatiye rîwayetkirin ku vê çivîkê, dinavbera Suleyman Pêxember û Belqis de, navbendkarî kiriye. Belqis,li devereke bi navê “Saba”, melîkeya welatê xwe bûye. Ev devera Saba,di navbera Hîcaz û Yemenê de, ciyek bûye. Xelkê wan, wê hingê “Semsî/Rojperest” bûne. Çivîka Hudhud, bûye wesîle ji Belqis re ku bibe tabiê Hezretî Suleyman Pêxember. (Abdullah Yegin, Yeni Lugat,Ws. Yeni Asya, 1975)
Deng tune