Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 16
(1-35)
nebat û dar û ber, çawan Te nas dikin, sifatên Te yên qudsî û îsmên Te yên husna didin zanîn. Her wisan jî, ji zîheyatan,însan û heywan ên ku ji qismê wan yê ruhber in, qet yek hebek ji wan tune ye ku: bi azayên xwe yên derve û hindurîn yên ku di cismên wan de, nola saetên bas muntezem dixebitin û tên xebitandin û bi feydeyên aza û hestên xwe yên ku gelek girîng in û bi nîzameke pir henûn û bi mîzaneke xayet narîn, di bedena wan da hatine bicîkirin û bi wan cîhazên xwe yên bedenî yên ku di cesedên wan de,bi çêkirineke bi awayekî gelek bi senet û bi raxistineke awayekî gelek bi hîkmet û bicîkirina bi muwazeneyeke gelek haydar?, ji wucûba wucûda Te re û ji teheqqûq û îsbata sifatên Te re, sahidiyê nekin. Çimkî ev hunerê ev çend nazikê besîrane û hîkmeta narîna sûurkarane û muwazeneya tam ya mudebbîrane, helbet quweta kor û tabîata bêhis û tesadufa serserî, nikarin têkilî wan bibin û ne karê wan e û ne mimkun e. Îca xwe bi xwe tesekkula wan jî, sed carî muhal, di nav muhalê de ye. Lewra wê hingê her zerreyeke wê, divê ku bi her tistê xwe bizanibe û hetta divê bi tesekkula cesedê xwe hetta bi wan hemû tistên ku ew li dunyayê bi wan re elelqedar e bizanibe û wan bibîne û karibe wan çê bike; hema wekî îlah, xwedî qudret û ilmekî biîhate be, da ku çêkirina cesedê, hewaleyî wî be û were gotin ku: “Ji berî xwe ve, dibe.”
Û wehdeta tedbîrî û wehdeta îdareyî û wehdeta new’î û wehdeta cinsî ya di heyeta mecmuaya wê de ye û ew yekîtîya di mohra fitretê ya ku li ser rûyê wan hemûyan, bi îttîfaqa ji aliyê wan azayên mîna guh, çav û dev ve, ku bi eynî awayî tên xûyan.... û ew îttîhada di mohra hîkmetê ya ku li ser sîmayê wan ferdên her new’ekî tê dîtin û ji aliyê wan keyfiyetên bi hevrebûn û di navhevdebûn a di îase û îcada wan gistî de ye… ji wana, yek hebek jê tune ye ku ji wehdeta Te re, bi awayekî qet‘î sahidiyê neke. Û di her
Deng tune