Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 13
(1-35)
Çawan ku asîman û feza û erd û behr û çiya, tevî mustemîlat û mexlûqên nava xwe, Te nas dikin û Te didine nasîn,eynî wisan jî, hemû darûber û nebatên li ser rûyê erdê,bi pelg û kulîlk û fêkiyên xwe, Te di dereceya bedahetê de,didin nasîn û nas dikin...
Û ji temamê pelên dar û nebatan ku bi awayekî cezbedarane,di hereketa zikrê de ne û ji kulîlkên wanên ku bi zînetên xwe, wesf û terîfa îsmê Sani’ê xwe didin û ji fêkiyên wanên ku ji ber letafet û cilweya merhemeta Te,vedibisirin...
Her yek jê, bi tehmên xwe yên cihê cihê yên fêkiyên nava bêhnan û bêhnên cur bi cûr û xwes ên nava neqsan û neqsên nava xemlan, û xeml û xêzên nava mîzanê, mîzana nava nîzamê û nîzama nava senetên xarîqe yên ku bi tu awayî ne mumkun e ku hewaleyî tesadufê bibin, çawan ku di dereceya bedahetê de, ji wucûba wucûda Saniekî bênihaye Rehîm û Kerîm re sahidiyê dikin, (eynî wisan jî) bi heyeta mecmuaya xwe, ji aliyê ku di nav wan ên temamê ser rûyê zemînê de, yekîtî û bihevratî, li hevmînanîya wan û di muhra xilqetê de, musabehetiya wan heye û di tedbîr û îdareyê de, munasebeta wan bi hev re heye û di fiilên îcadî de ku eleqeya wan bi hev heye û di îsmên rebbanî de, muwafeqeta wan bi hev re, heye û bi wî awayê ku ew ferdên
bêhed ên wan sedhezar cureyên ku di nav hev de ne û bê xeletî, hemû bi hev re tên îdarekirin, ji wehdet û ehediyeta wî Saniê wacîbul wucûd re, bîlbedahe sahidiyê dikin.
Hem çawan ku ew ji wucûba wucûd û wehdeta Te re sahidiyê dikin, wisan jî, li ser rûyê zemîn, bi sedhezarawayî îase û îdarekirina wan ferdên bêhedên ku di artêsa zîhayatan yên ku ji çar sed hezar miletan pêk hatine û çêbûna wan a bê sasbûn, bêyî ku sas bike, tevlihev bike û
Deng tune