Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 14
(1-35)
ku bi awayekî mukemmel… ji hesmeta rubûbiyeta Te ya ku di wehdaniyetê de ye û ji ezameta qudreta Te ya ku biharekê mîna kulîlkekê îcad dike û digihîje bi her tistî re,delîliyê dike. Eynî wisan, ji firehiya rehmeta Te ya bêheda ku li her aliyê vî zemînê qerase, bo heywan û însanên wê yên bêhed, besên temên curbicur ên bêhed amade dike û bi întîzameke kemilî, cereyana wan karên bêhed û ew în’am û îdare û îase û îcraya wan û her tist, heta hemû zerreyan jî, bi îteet û musexxeriyeta xwe ya binê wan ferman û îcraatan, bi awayekî qet’î, ji firehiya hakimiyeta Te ya bêhed re delîliyê dikin,Îca her yek, ji her tistê wan pelg û kulîlk û fêkî û reh û
sax û guliyên wan dar û nebatan û her karê wan ên ku çêkirina bi zanîn, bi dîtin û li gor faîde, meslehet û hîkmetan,bi awayekî pir zahir delîlî dikin û nîsan didin ku ilmê Te, her tistî digre nava xwe û bi tiliyên xwe yên bêhed îsaretê dikin ku hîkmeta Te jî, samilê her tistî ye.. û ji cemala hunera Te ya ku xayet di kemalê de ye û ji kemala nîmetê Te yê ku di cemala bênihaye re, bi zimanên xwe yên bêhed,medh û sena dikin.
Hem li vê xana muweqet û demborî, û di evê mêvanxaneya fanî de û di demeke kurt û temenekî hindik de, ev îhsan û nîmetên hêja û ewçend mesref û îkramên fewqelade,ku bi destê dar û nebatan tên dayîn, îsaret heta sahadet dikin ku, ev Zatê Rehîm ê Kerîm ê Qadir, ku ji bo mêvanên xwe, li vê derê, weha merhemetan dike, li dijî/eksê encama temamê vê mesref û îhsana ku dixwaze xwe pê bide hezkirin û naskirin, helbet ji bo ku temamê mexlûqatan nebêjin û bi wan nede gotin ku “Bi me da tehmkirin; lê bêyî ku bi me bide xwarin, em îdam kirin”, û ji bo ku selteneta ulûhiyeta xwe bêhukum neke û ji bo ku rehmeta xwe ya bênihayet înkar neke û nede înkar kirin û hemû dostên xwe ji ber mehrûmiyetê, wernegerîne dijminan…
Deng tune