Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 15
(1-35)
helbet û bêguman, li alemeke ebedî, li memleketekî ebedî,ji bo ebdên xwe yên ku dê wan ebedî bihêle, ji xezîneyên xwe yên ebedî yên rehmetê, li cennetên xwe yên ebedî, bi awayekî ebedî û layiqî cennetê, Wî, darên meywedar û nebatên bikulîlk amade kirîye.
Îca yên ku li vê derê ne jî, ji bo nîsanî musteriyên xwe bide, numûne ne.
Hemû dar û nebat, bi kelîmeyên hemû pel û kulîlk û meyweyên xwe, çawan ku Te teqdîs û tesbîh û tehmîd dikin,ji wan kelîmeyan her yek jê, bi serê xwe jî, Te teqdîs dike.
Bilxasse ew meyweyên ku bi awayekî bêemsal û gostê wan gelek curbecur û dendikên wan pir xarîqe têne çêkirin,wan tableyên xwarinê dide destê daran û datîne ser serê nebatan û ji mêvanên xwe yên candar re disêne. Ha ev jî dike ku ew tesbîhatên wan ên lîsanê halî, ji aliyê zuhûrê ve, bilind dibe, digihîje dereceya lîsanê qalî. Ewana hemû di mulkê Te de, bi qewet û qudreta Te, bi îrade û îhsanên Te, bi rehmet û hîkmeta Te, musexxer in û ji her yek fermanên Te re mûtî’ in.
Ey yê ku sîddeta zuhûra xwe, ji xwe re, kir ye perde!
Û ey Saniê Hekîm û Xaliqê Rehîm ê ku ji kibriyaya ezemeta wî, çav wî nabînin! Bi zimanên hemû dar û nebatan û bi zimanên hemû pel û kulîlk û fêkiyan û bi miqdarê hejmara wan; ez, Te ji qusûr û ecz û sirîkiyê, teqdîs dikim û ji Te re hemd û sena dikim.
Ey Fatirê Qedîr! Ey Mudebbîrê Hekîm! Ey Murebbiyê Rehîm! Ez bi talîma Resûlê Ekrem eleyhîsselatu wesselam û bi dersa Qur-ana Hekîm têgihîstim û min îman anî ku;
Deng tune