Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 25
(1-35)
yên wan navên Te yên spehîyên ku li dara seadetê, dê bi temamî askere dibin re, sehadet, îsaret, besaret dikin.
Û pê îman tînin û evê dersê didin îbadên Te ku: sûa û tîrêjeke herî mezin ya navê Te yê Heq ê ku merkez û roj û hamî yê hemû heqîqetan e, ev heqîqeta ekber a hesrê ye.
Ey Rebbul-enbiya wes-siddiqîn! Ew hemû; di mulkê Te de, bi ferman û qudreta Te û bi vîn û tedbîra Te, bi ilm û hîkmeta Te, musexer û muwezzef in; wan bi teqdîs, tekbîr, tehmîd, tehlîlê, kureya erdê, di hukmê zikirxaneyeke e’zem de û evê kaînatê jî, di hukmê mescîdeke ekber de nîsan dane!
Ya Rebbî we ya Rebbes-semawatî wel eredîn! Ya Xaliqî we ya Xaliqê Kullê Sey! Tu bidî heqqê qudret û îradet û hîkmet û hakimiyet û rehmeta xwe ya ku asîman tevî sitêrkên wê, erdê tevî mustemilata wê û hemû mexlûqatî tevî hemû keyfîyatên wan tesxîr dike! Tu nefsa min, ji min re musexxer bikî. Û metlûbên min, ji min re muyesser bikî!
Ji bo xizmeta Qur-an û îmanê, Tu dilê mirovan ji Risaleyên Nûr re musexer bikî! Û Tu îmana kamil û husnê xatîme bidî min û birayên min. Çawan ku Te derya, ji Hezretî Mûsa eleyhîselam re; û ji Hezretî Îbrahîm eleyhîselam re, agir; û ji Hezretî Dawûd eleyhîselam re, çiya û hesin; û ji Hezretî Suleyman eleyhîsselam re cin û insan; û ji Hezretî Muhemmed eleyhîselat û wesselam re roj û heyvê tesxîr kir; Tu dil û aqilan, ji Riseleyên Nûr re musexxer bikî. Û Tu min û talebeyên Rîsaleyên Nûr, ji serrê nefs û seytên û ji ezabê qebrê û ji agirê cehennemê biparêzî û Tu me li Cenetul firdewsê mesûd bikî! Amîn. Amîn. Amîn.
Deng tune