Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 28
(1-35)
Ey Rebbê minê Rehîm! û Ey Xaliqê minê Kerîm!
Ez bi sirra كُلُّ آتٍ قَرِيبٌ 1 Küllü Âtin Qarîb  ji nuha ve dubînim ku, di demeke nêzîk da, min kefenê xwe li xwe kir, ez li tabûta xwe suwar bûm, min ji dostên xwe xatir xwest, va min berê xwe da qebrê û diçim. Li dergahê rehma Te, bi lîsanê halê cenazeyê xwe, bi lîsanê qal ê ruhê xwe ve, bi hawar û gazî,dubêjim:
“ El eman! El eman! Ya Hennan! Ya Mennan! Min ji rûresîyagunehên min xelas ke!” Va ye ez gihîstim serê qebra xwe. Min kefenê xwe bi hustîyê xwe da kir û li ser bedena xwe ya ku li ser qebra min dirêj bûye, sekinîm. Ez berê xwe didim dergahê rehmeta Te û bi hemû hêza xwe, dikim hewar û gazî:
“ El eman! El eman! Ya Rehman! Ya Hennan! Ya Mennan!
Min ji barên gunehên min ên giran, xelas bike!”
Va ketim qebra xwe; min kefenê xwe li xwe pê ça. Wan ên ku ez rêwî kirim, ez hîstim û çûn. Li hêvîya efw û rehma Te me. Min bi çavê xwe dît ku, bê Te, tu bext û xelaskar tune ye. Ji rûyên gunehan yên bed û xirab; ji siklê bê emrî ya wehsî û ji tengî ya ewî mekanî, bi hemû hêza xwe, gazî dikim:
“El eman! El eman! Ya Henna! Ya Mennan! Ya Deyyan!
Min ji hevaltîya gunehên minên xerab, xelas bike! Cîhê min fireh bike!”
-------------------------------------
1 - Her pêşeroj, nêzîk e. (Hadis. Bkz. Ibn Mâce, Mukaddime: 7/46;
Aclunî, Kesfü’l- Hafa: 2/105)
Deng tune