Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 29
(1-35)
Îlahî! Rehmeta Te, bextê min e û Hebîbê Te(Eleyhî’s-Selatu’We’s-Selam) ê ku Rehmeten li’l- alemin e, ji bo gihîstina rehmeta Te, wesileya min e. Ez ne ku ji Te gazinan dikim;
bereks, gil û gazinên nefsa xwe û halê xwe, ji Te ra dikim.
Ey Xaliqê minê Kerîm! û Ey Rebbê minê Rehîm!
Mexlûq û mesnû û evdê Te yê bi navê Seîd, di gel ku him asî ye, him aciz e; him xafil e, him cahil e; him elîl e, him zelîl e; him gunehkar e, him extîyar e; him îsyankar e, him jî xulamekî ku ji cem mîrê xwe revîye, fîrar e; pistî çil salî sûnda, posman bûye û dixwaze vegere, xwe bavêje dergahê Te.
Dexaletê rehmeta Te dike. Guneh û xetayên xwe yên bê hejmar, îtiraf dike. Giriftarê ewham û nexwesîyên cur be cur bû ye. Gazî û lavayê Te dike. Ku Tu bi kemala rehma xwe, wî qebûl bikî, bixefirîni û lê werî rehmê; ji xwe, ew sanê Te ye.
Lewra Tu Erhemu’r-Rahimîn î. Ger Tu qebûl nekî; ka îcar, xêncî derîyê Te, herim kîjan derî? Ka kîjan derî heye? Jixwe xêncî Te, tu Reb tunin ku meriv here dergahê wî. Xêncî Te, tu Me’bûdê heq tunin ku meriv xwe bavêjê!....

Deng tune