Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 32
(1-35)
Yê ku mexlûqat, bi awakî here xwesik çêkirîye, Ew e.
Em jî, nexsên sen’etê Wî ne.
Daim û Baqî Ew e. Mulk û Beqa, yê Wî ne.
Yê ku di dayîna xwe da kerîm e, Ew e. Em jî komek ji mêvanên Wî ne.
Rezzaq û Kafî Ew e. Hemd û Sena ji Wî re ye.
Bedewbûna di xelatên Wî da, yê Wî ne. Em jî eserên sen’etên Wî ne ku bi ilmê Wî, hatine hunandin.
Xaliq û Wafî Ew e. Hemû lutf û kerem, yê Wî ne.
Yê ku dua û daxwaz û gilîyên mexlûqatên xwe dibihîse, Ew e.
Rehîm û Safî Ew e. Hemd û sukur, ji Wî re ye.
Xeta û gunehên evdên xwe dibexsîne Ew.
Xeffar û Rehîm Ew e. Efw û riza, di destê Wî da ye.
Ey nefsa min! Wek qelbê min bigrî, bizare û bibêje:
“Ez fanî me, ez yê fanî naxwazim. Aciz im; ez yê aciz  naxwazim.
Min ruhê xwe teslîmê Rehman kir; yên mayî naxwazim.
Dixwazim; lê yarekî baqî dixwazim. Ez bi xwe qet ne tist im;
lê evî mewcudatî, bi tevahî, dixwazim.”
Deng tune