Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 34
(1-35)
Him Tu yî Malik. Lewra em memlûk in. Lewra em xwedîyê xwe nîn in. Yekî din, di me da, xwedîtîyê/tasarrufê
dike. Nexwe, xwedîyê me Tu yî.
Hem Tu Ezîz î. Xwedî izzet û ezamet î. Em li zîlleta xwe dinêrin û li ser me cilweyên/nîsaneyên izzetê hene. Nexwe em eynika izzeta Te ne.
Hem Tu yî Xenî yê Mutlaq. Lewra em feqîr in. Serweteke ku destê me nagêjê, li wî destê hewcedarîya me, tê dayîn.
Nexwe Xenî Tu yî, yê dide Tu yî.
Him Tu Heyy û Baqî yî. Lewra em dimirin; em di mirin û vejîna xwe da, cîlwe û nîsana Heyatbexsekî daîmî dibînin.
Him Tu Baqî yî. Lewra em di fena û zewala xwe da, dewam û beqaya Te dibînin.
Him yê ku cewab dide, lutfê dike, Tu yî. Lewra em hemû mewcûdat, bi zimanê xwe yên halî û qalî, her dem diqîrin û dixwazin, dizarin û dua dikin.
Xwestekên me, tên cîh; mexsed û meramên me hasil dibin, tên dayîn.
Nexwe yê ku cewab dide, dibersivîne, Tu yî!….”û hakeza.
Deng tune