Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 35
(1-35)
Ji Rîsaleya Hubab
(Mesnewîyê Nûrîye)
“Fe ya Rebbî, Ya Xaliqî, ya Malîkî!
Hucceta min, ya ji gazîkirina Te, ihtîyaca min e. Di duayê minê ku ez ji te re dikim da, hazirîya min, feqîrîya mine.
Wesîleya min, feqîrî û tunebûna hîleya min e. Xezîneya min, acizîya min e. Sermayeya min, emelên min e. Sefîê min, Hebîbê Te(Eleyhî’s-Selat’u s-Selam) û rehma Te ye.
Efû bike, mexfîret bike, merhemet bike, Ya Allah, ya Rahman, ya Rahîm! Amîn.”

Ji Peyva Dehan
(Kitêba Gotinan)
“ Ey sultanê meyê ku me bi nîmetên xwe, perwerde dikî! Eslê wan, çavkanîyên wan nîmetên ku Tu numûne û sîya wan raveyî me dikî, nîsanî me bide. Û me bigre dergahê xwe. Me di vê çolê da mehf û perîsan neke. Me hilde huzûra xwe. Li me, rehmê bike. Van nîmetên lezîzên ku Te li vir bi me da temkirin; li wir, bi me, bide xwarin. Bi zewal û dûrxistinê, me tezîb neke. Evê raîyeta xweya îtaetkar ya ku mustaq û mutesekirê Te ye, bêkes û beredayî nehêle û îdam neke.”

ji Gotina Sesan
(Kitêba Gotinan)
“Ya Reb! Qusûra me, efû bike; me ji xwe re, evd qebûl bike. Heta zemanê qebza emanetê xwe, me di emanetê da, emîn bihêle. Amîn.”
Deng tune