Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 33
(1-35)
Ji Meqamê Dudûyan
Yê Ji Mektûba Bîstan

Belê ev mewcûdatan neynik in. Feqet çawa ku tarîtî, ji bo ronahîyê neynik e; him tarîtî, çiqas zêde be, ewqas ronahî sewq dide; bi gelek hêlan da, ziddîyet ayînedarîyê dike.
Mesela çawa ku mewcûdat, bi acizîya xwe, ji qudreta San’î re ayînedarîyê dike; bi feqîrîya xwe, ji xina û kerema Wî re, ayînedarîyê dike. Her wusa bi fanîbûna xwe, ji beqaya Wî re, ayînedarîyê dike.
Belê rewsa feqîrane ya rûyê zemîn û ya darên li ser rûyê wê, ya dema zivistanê; û serwet û têr û tijetîya wan ya rewnaq û rengîn ya di biharê da, bi awakî gayet qet’î, ji qudret û rehmeta Qadirekî Mûtlaq û Xenîyekî ele’l-itlaq re, ayînedarîyê dike. Belê hemû mewcûdat, bi lîsanê halê xwe, wek Weysel Qeranî, awha munacat dikin û dubêjin ku:
“Ya Îlahena Rebbê me, Tu yî. Lewra em ebd in. Ji terbîyekirina
nefsa xwe aciz in.
Ewçax yê ku me terbîye dike Tu yî.
Him Tu yî Xaliq. Lewra em mexlûq in, tên xuliqandin.Him Rezzaq Tu yî. Lewra em muhtacê rizq in, destên
me naghêjê. Yê ku em çêkirine û rizqê me dide, Tu yî.
Deng tune