Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 31
(1-35)
Yê Baqî, Her Ew e
Yê ku hukman, bi hîkmet tîne cîh, Ewe. Em jî di bin hukmê Wî da ne. Yê Hakîm û Adil her Ew e. Erd û asîman yê Wî ne.
Yê ku tistên vesartî yên di milkê xwe da û xeybê dizane, her Ew e.
Yê Qadir û Qeyyûm her Ew e. Ers û sera yê Wî ne.
Neqsên di sen’etên Wî de û narînîya di hunerên Wî de, yên Wî ne.
Fatir û Wedud Ew e. Xeml û xwesî, yê Wî ne.
Yên kû di neynika mewcûdatê da û di tewrên wan da, tecellî dikin, celalê Wî yê.
Melîk û Qûddus Ew e. Izzet û mezinahî ya Wî ye.
Deng tune