Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 27
(1-35)
NOTAYA DUWANZDEHAN

Ji Lem’aya Hevdehan Ey Rebbê minê Rehîm! û Ey Xaliqê minê Kerîm! Bi tercîha mina xirab, umrê min û cuwanîya min zayî bû, çû. Ji wan fêkîyên wî umrê min û ciwanîya min; yên di destê min da man: gunehên elemkar, xemên zîlletbar, wesweseyên dalaletdar mane.
Û bi evî barê giran û qelbê nexwes û rûyê res ve, nêzîkê qebrê dubim. Bi çavê serê xwe, dubînim ku, va ye ez, bi lez û bez, bê yî ku ber bi rast û çepê herim, bi awakî bêhemdê xwe, wek wan ehbab û eqran û eqrebayên xwe yên wefat kirine, ber bi derîyê qebrê ve, diçim. Ew qebra, menzîla ewil û derîyê pêsîyê ye ku ji vî warê fanî, ber bi firqeta ebedî ve, li ser rêya ebedu’l-abadê, hatîye saz kirin.
Ev dunyaya ku min xwe pê ve girê daye û ez li dû ketime jî, min bi qenaeteke qet’î fehm kirî ye ku diçe helakê,
dubuhure û fanî ye, dimire. Û bi awakî qet’î tê xuyan ku bi tevî mewcûdatên di navê da jî, li dû hev, qefle bi qefle, bar dike û diçe, wunda dube. Xasme, ji yên wek min ên ku xwedîyê nefsa xerab re, ev dunya pir xeddar e, mekkar e/xapînok e; gava lezzetekî bide, hezar eleman pê ve dike, pê dide kisandin. Ku hebek tirî bide xwarinê, sed sîmaqî lê dixe.
Deng tune