Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 9
(1-35)
Belê, di nav van behrên vê cîhana me ya ku çavkanîyên ecêban in û di hukmê berosên kêlesûyê de ne, tu mewcûdek,hetta yek dilopeke avê tune ye ku; bi wucûda xwe, bi intîzama xwe, bi menfeeta xwe, û bi rewsa xwe, Xaliqê xwe nede zanîn. Û ji wan mexlûqên xerîb yên ku di qûmeke basît û aveke basît de ne, rizqê wan bi awayekî mukemel tê dayîn û ji wan heywanên behrê yên ku xilqeta wan gelek muntezem e û nemaze yek ji wan masiyên ku bi milyonek hêkikokên xwe, behran sên dikin, tew yek ji wan tune ye ku, bi xilqeta xwe û bi wezîfeya xwe û bi îdare û îaseya xwe û bi tedbîr û terbiyeya xwe, îsaretî Xaliqê xwe neke û ji Rezzaqê xwe re sahidiyê neke.
Hem, di behrê de, ji cewherên hêja û bixasiyet û bizînet,jê hebek tune ye ku, bi xilqeta xwe ya rind û bi fitreta xwe ya cazîbedar û bi xasiyeta xwe ya menfeetdar, Te nas neke û Te nede zanîn.
Belê, çawan ku ew yek bi yek sahidiyê dikin, bi heyeta mecmuaya xwe, bi hevrebûn û bi tevhevbûna xwe û yekîtiya di sikkeya xilqetê de û bi hêsayî ya zêde ya ji aliyê îcada wan ve û zefbûna wan ya ji aliyê hejmar û ferdan ve,çawan ku ji wehdeta Te re sahidiyê dikin, her wisan jî, ji hebûn û wacîb ul wucubîyeta Te re, ji aliyê wê qeweta Te ya ku erdê, digel axa wê, tevî wan behrên muhîtên ku vê kureya erdê dagirtine û bêyî ku birijîne û belawela bike, li valahiya esmên dide seknandin û li dora rojê dide gerandin û nahêle ku ax û erdê îstîla bike... û ji qûm û ava wê ya besît, cewher û heywanên wê yên curbicur û muntezem,dixuliqîne û bi awayekî kullî û tam, wana îdare dike, erzaq û pêdiviyên wan ên din didê û tevdîra wan dibîne û wan cenazeyên wan yên li ser rûyê erdê- yên ku diviyabû bêhed û bêhesab bin- lê ji wana qet yekî jî nahêle ve, bi qasî hejmara mewcudatên xwe, îsaretan û sehadetan dike.
Deng tune