Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 7
(1-35)
Te re- Ey Wahidê Ehed! Ey Hennanê Mennan! Ey Wehhabê Rezzaq! -bi sikkeya rûyê xwe û bi sikkeyên rûyên sekeneyên xwe, di hêla yekîtiyê û bihevrebûn û bi ketina nav hev û bi hevkarîy û bi yekitiya fiil û ismên rubûbiyetê yên ku li wan dinihêre, ji Wehdet û ehadiyeta Te re, di dereceya bedahetê de sahidîyê, heta bi qasî hejmara mewcûdatan sahidiyê dike.
Hem çawan ku zemîn, bi rewsa ordîgehekê, meshergehekê (pêsengehekê), te’lîmgehekê ve, û bi muntezemî, dayîna cîhazên ên cihê cihê yên çarsed hezar milletên cuda cuda yên di komên nebat û heywanan de hene, ji hesmeta rubûbiyet û qudreta Te ya ku digihîje her tistî re, delîltîyê dike.
Her wisan jî, bi awakî rehîmane, kerîmane, di wextê de,bi wê dayîna ewî rizqên cihêrengê ji bo hemû candarên bêhed ên ku ji axeke zuha û basît û îtaeta wan ferdên bêhedên ku ji fermanên rebaniye re, emirberîya wan ya tam; sumûla rehmeta Te ya ser her tistî û îhateya hakimiyeta Te ya li ser her tistî nîsan dide.
Hem sewq û îdereya qafileyên mexlûqat ên ku liser zemîn diguherin, bi nobetguherîna wan ya mirin û mayînê jiyanê, û tedbîr û îdareya sewal û nebatan jî, çêbûna wan ya bi saya ilmekî ku digihîje her tistî û bi hîkmeteke bêdawîya ku li ser her tistî hukum dike, ji îhateya ilm û hikmetê Te re delîlîyê dike.
Hem ji bo însanê ku, li rûyê zemîn, di demeke kin de, wezîfeyên bênihaye dibîne û bi cîhazên manewî yên wusa ve hatîye techîz kirin û îstidad bexs bûye û li mewcûdatên ser erdê teserûfê dike ku her wekî dê demeke bêdawî bijî.
Li vê talîmgeha cîhanê û li evê ordîgeha zemîn ya muweqqet û di vê pêsangeha muweqet de; ev çend giringî, ev qas mesrefa bêhed, ev tecelliyata Rubûbiyetê ya bêdawî,
Deng tune