NAMEYA BÎST Û YEKEM
[1]
[2]
Dêhna(bala) xwe bide vî ayetê û mêzeke: Çawa ku di ayetekî de, pênc tebeqe bi şiklekî cihê cihê bal dikşîne şefqeta dê û bav yên extîyar. Belê, li dinyayê heqîqeta heri bilind, dilovaniya (şefqet) dê û bavan di pêşberî zorokên xwe ne. Û mafên(/huqûq) herî bilind jî di pêşberîya dilovaniya wan de, hurmet û rêzdarî heqqê wan e. Lewra ewana bi dilxweşî umrê xwe ji bona zarokên xwe feda dikin. Zarokêkî ji mirovatiyê derneketi be û nebûbe cinawir, ev dostên delal, durust û fedakar re ji dil hurmet kirin, xizmetekî dilsoz û destûra wan girtin, dilê wan zehf kêfxweş dike. Ap û met, wek dewsa bav in. Xal û xaltî, wek dewsa dayik in.
[2] Gava yek ji wan, ya jî her du bi hev ra li bal te pîr bûn, îdî tu (ji bona xebata berdestê wan aha) nebêje: "Of (ez westîyam, îdî bes e ez naxebitim) li wan hêrs nebe. Û tu ji bona wan herdukan ra mijûlîyên qencî bêje." "Û tu ji bona wan herdu¬kan ra baskê xwe bi dilovanî berjêr bike (di hemberê wan da nerm xebat bike) û tu ji bona wan ra (aha lavayan bike): "Xudayê min! Tu (li dê û bavê min) dilovanî bike, ça ewan di danê piçûkaya min da (1i min dilovanî kiribûn) ez mezin ki-ribûme." Xudayê we bi tişta di hundurê we da heye çêtir dizane. Heke hûn aştîyê bikin (ji kirine xweyên sik poşman bibin) şixwa îdî Xudayê we jî ji bona wanê ku bi poşmanî lava dikin, baxişkar e. (Sûreta Îsra, ayet:23-24-25)