Ji "Nameyan" | Nameya Bîst û Yekem | 61
(59-61)

Ey mirov! Madem heywan bi şiklekî cinawir, dema dibe mîvana mirovan, di mala wan de dibe wesîla bereket ê. Naxwe:

Mirov herî mukerremê mexlûqatê ye û mirovên herî têkûz xwedî bawermend in. Di nava xwedî bawermend de tevî zêde şayanê hurmet û dilovanê ne, bêçare, kal û pîrên nexweş in. Di nav wan de eqrebe tewrî zêde şayanê şefqat û xizmet û muhebbetê ne. Di nav eqrebeyan de ên tewrî zêde ên dostê rast û tê hezkirin dê û bav in. Wexta dê û bavê extîyar di malekî de bisek nin, çiqas wesila bereket û dilovanî dibin. Û bi sirra, 

Yanê: ‘‘extîyarên weyî qembûr, di nav we de tunebû ya, karesat wek lehîyan bi serweda dihat.'' Êdî extîyar çiqas wesîleya derkirina karesat e, tu bide berhev.

Vaye Ey mirov! Hişê xwe bide serê xwe. Ger tu nemrî, extîyar dibî. Bi sirra

 "Ceza li gor emelên kirî ye."

li dê û bavên xwe hurmet negrî, zarokên te jî xizmet li te nakin. Ger axîretê hez dikî, aha ji te re gencîneyek (xezîne) girîng, destûra wan bigre. Ger ji dinyayê hez dikî; dîsa dê û bavên xwe dilxweş bike ku, ji ber rûyê wan jiyanek aram û rizqek fere bi destê te keve. An na, dê û bavên xwe dilsar kirin, mirina wan xwestin û şikênandina dilê wan ê narîn û nazik, wê te rûberî sirra

[1]

bike. Ger rehmeta Rehman dixwazî, ew emanetên di mala teda rehmet bike.

Birakî min ê axîretê hebû, navê wî Mistefa Çawûş bû. Di dîn û dinya xwe de min ew serfiraz didît. Min sirra vê nedizanî bû. Paşê min sedema serfirazîya wê (bûyerê)fehm kir ku: ew meriv mafê dê û bavên xwe dizanî bû. Bi temamî rîayeta mafê wan dikir û ji ber vê qasê rehmet û aramî dîtibû. Xwedê hezke axîreta xwe jî çak kiribe. Yên kû dixwazin bextîyar û kamran bin, bila bişibin wî.  

[2]

Mele Seîdê Kurdî


Werger : Mele Dawud
meledawud@hotmail.com


[1] Ewî di cîhan û di para da jî (axiret) zîyan kirîye. ( Sûreta Hecc, ayet:11)
[2]
Ya Rebbî! Selat û selam li malbat û hevalên Pêxemberê me Hz. Muhemmed (sxl)be ku, gotîye:‘‘Behişt di bin linga dayikan e''

(Fereştan, ji Xuda ra) gotine: "Em te ji kêmasîyan paqij dikin, bi rastî ji pêştirê wî tişta te bi me daye hîn kiri¬nê, tu zanîna me tune ye. Bi rastî pirzanê bijejke hey tu bi xweberî."( Sûreta Beqere, ayet:32)

Deng tune