Ji "Nameyan" | Nameya Bîst û Yekem | 60
(59-61)

Va ye, ew nexwestina hebûna wan extiyarên pîroz, mirina wan daxwaz kirin, çiqas bêwijdanî û çiqas pespaye ye, bizanibe û hişyar be. Belê, bizanibe ên ku umrê xwe ji bona umrê te re feda kirî daxwaza mirina wan kirin, çiqas zilmek kirêt û bêwijdanîyek e.

Gelî mirov ên bi derdê debariyê re derdnak! Tu bizanibe, di nav mala xwe de ew êxtiyar an eqrebeyên te yî çavkûr naxwazî. Lê ew kesana stûna bereketa mala te ne. Wesîla rehmetê ne û karesatan ji mala te dûr dixin. Qet nebêje: ‘‘Destê min teng e, debara min tune ye.''Lewra bereketa ji wan nebû ya, helbet debara mala te hîn kêm dibû. Ev rastîya jî bawerke ji min. Di gel vê yekê zehf delîlên vebirî ez dizanim. Karim bawerîyan te bînim. Lê ez naxwazim hîn dirêj bikim, bikurtî diqedîn im. Ev gotina min qinyat bike. Ev bi rastîyek gelek vebirî sond ve dixwim, hetta nefs û şeytanê min jî li hember vê rastîyê teslîm bûne. Divê qinyat bike ku ev rastî ya, rik a nefsa min şikand û şeytanê min tebitand.

Belê, bi şehdeya kaînatê, Xaliqê Zulcelalê Vel Îkram; niqira bêdawî dilovan e dilovîn e. Narîn e û kerîm e. Dema pitik dişîne dinyayê, rizqê wan bi şiklekî narîn li dû wan, wek di mûslixên pêsîran de bera devê wan dide. Extîyar weka zarokan in, ji zarokan zêdetir hewceya merhemet û şefqetê ne. Rizqê extîyaran jî bi şikla bereket dişîne. Xwarin û vexwarina wan, li mirovên çikot û temeh bar nake.

[1]

rastîyên vê ayetê rave dike, mexlûqatên cûrbecûr, hemû jîndar bi zimanê rewşa xwe diqîrin û rastîya comerdîyê dibêjin. Heta ne tenê merivên extîyar, belkî wek pisikên ku bi mirovan re hevaltîyê dike, rizqê wan jî bi şikla bereket di nav rizqên mirovan de tê şandin. Ev mînak destek dide tiştê ku min bi çavê xwe dît: Dostên min î nêzik dizanin ku; du sê sal berê her roj nîv nanek - nanê wî gundî biçûk bû - xwarinekî min î dîyarkirî hebû, lê pir cara têrî min nedikir. Dûv re çar pisik bûn mêvanê min. Ew xwarin, têre min û pisikan dikir. Pir cara jî zêde dima.

Vaye ev rewş pir caran dubare kir û bi min qinyet da ku; ez ji bereketa pisikan sûd werdigrim. Bi şiklekî vebirî didim zanîn: ew pisikana li ser min bar nînin; him ewana ji min ne, ez ji wan mînnet digrim.



[1] Lewra bêguman Xuda, rozîdanê xwediyê hêza zexm her ew e. ( Sûreta Zarîyat, ayet:40) 
Çiqa candar hene, ku nikarin bi xweber rozînîya xwe pêk bînin! Yezdan rojîna wan û rojîna we jî dide. ( Sûreta Enkebût, ayet:60)

Deng tune