Rîsaleyên Îxlasê | Rîsaleyên Îxlasê | 17
(1-42)
welayet û salahet, hêz û serbilindahîyeke wek mucewherekî heyata ebedî ya bêhed e. Te di wê hêlê de, hesûdîya wî nekir. Hale hale quweta dunyewî, di ga de û cesaret, di cinawir de jî heye û ewana li gor welayet û salahatê, mîna cameke bêqîmet ya nispet bi elmasê ne.” Ewî camêrî got ku: “ Me her dukan, li vê dunyayê, çevê xwe berdaye noqtekî, meqamekî. Ji bo derketin û destxistina ewê derê, nerdîwan û pêlekanên me jî, tistên wek quwet û cesaretê ne. Lewma, min hesûdî kir. Lê meqamên axiretê bêhed in. Ew, li vê derê, dijminê min e. Lê dube ku, li wê derê, bube birayê minê samîmî û ezîz.”
Ey ehlê heqîqet û terîqetê! Xizmeta ji bo heqê, wek hilgirtin û muhafezeya defîneyeke mezin û giran e. Ku çiqas destên bi hêz, werin alîkarîya ewan kesên ku defîneyê dane ser milê xwe, dê bêhtir kêfxwes û memnûn bin. Çevnebarî li alîkî, lazim e ku bi muhebbeteke gelek samîmane, ewê quweta ya wan kesên ku tên,ya ku zêdetirê ya wan bi xwe ye û tesîra wana zêdetir û alîkariya wan, bi muftexîrane pêswazî û qebûl bikin; ji ber çi ye ku, bi reqabetkarane, li wan birayên heqîqî û li wan alîkarên fedakar, tê nêrîn û wuhareng îxlas wunda dibe? Di wezîfeya xwe de, mutehem dubin û di nezera ehlê dalaletê de, marûzê îttîhamên muthîs yen wek, “ bi dîn ve, dunyayê, qezenc dikin û bi ilmê heqîqetê ve, maîsetê temîn dikin, di rêya hirs û timakarîya malê dunyayê de, reqabet dikin” dubin.
Çareya yekaneya evê birînê, divê ku meriv, her tim nefsa xwe îttiham bike û ne ku li alîyê nefsa xwe, divê her daîm, bube tereftarê hemmeslegê xwe yê li hemberî xwe…. Evê dustura însaf û heqperestîyê ya di navbera ûlemayê fennê adab û ilmê munazarayê ya wek, “ ger di munazaraya meseleyekî de, bube tereftarê heqdar derketina gotina xwe û bi heqdar derketina xwe, kêfxwes be û bi niheq derketin û bi xeletîya xesmê xwe, memnûn bibe, bêînsaf e.” Hem zirar dike. Lewra gava heqdar derdikeve; di wê munazarayê de, tistekî ku nizanibû, nee-
Deng tune