Rîsaleyên Îxlasê | Rîsaleyên Îxlasê | 14
(1-42)
Divê meriv, bêje “ wextê xwe yê qîmetdar, heta ji meselên wuha piçûk re xerc dikim, ewî wextê xwe yê gelek hêja, bi tistên qîymetar, yên wek zikir û fikrê re, serf bikim” û xwe bide alî û îtifaqê zeîf neke. Lewra di evêcîhada manewî de, meseleya ku hûn piçûk dizanin, dube ku pir mezin be. Çawa ku nobettarîya leskerekî ya bi saetekî, ya di sertekî girîng û taybet de, carna dikeve hukmê îbadetê salekî; her wuha, di vî zemanê mexlûbîyet û bindestîya ehlê heq de, di meselên cîhada manewî de,rojeke te ya hêja ya ku tu serfê meseleyeke piçûk dikî; dube ku, wek ewê sieta ewî neferî, hezar qat, qîmet bigre; rojeke te, dube ku, bube hezar roj.
Madem lîwechîllah e, ji bo riza îlahî ye; divê meriv,piçûkbûn û mezinbûna ewî karî, qîmetarbûn û bêqîmetîyaewê meseleyê nenhêre. Di rêya riza îlahî û îxlasê de, zerre,dube wek sitêrk. Mahîyeta wesîleyê, ne girînge; netîceya wê muhîm e. Madem encama wê riza îlahî ye û esas û bingeha wê îxlas e, ev piçuk nîne, mezin e.
SEDEMA HEFTAN: Îxtilaf û reqabeta ehlê heq û heqîqetê,çawa ku ji çavnebarî û ji hirsa malê dunyayê nîne; her wusa, îtifaqa ehlê dunya û ehlê xefletê jî, ji camêrî û alîcenabîyê nîne.
Bereks, ehlê heqîqetê, ji ber ku xîretkêsî û alîcenabîya ku ji heqîqetê tê û nikarin musabeqe ya ku di rêya heq de memduh e, muhafaze bikin û ji ber ku kesên naehîl ketinê û heta derecekî sûîstimal kirine; wuhareng, ketine nav îxtilafa reqabetkarane û hem zirara mezin dane xwe, him jî
dane cemaeta Îslamê.
Ehlê xeflet û ehlê dalalet jî, ji bo ku ewê menfîeta xwe ya ku bûne asiqê wê, ji dest nekin û ji bo wan reîs û
hevalên xwe yên ku bo menfîetê dibin bende û perestvanê wan, nexeyidînin; ji zîllet û nemerdî û bê xîretîya xwe, bi hevalên xwe yên mutlaq re- sayet rezîl û xayîn û muzir
Deng tune