Rîsaleyên Îxlasê | Rîsaleyên Îxlasê | 27
(1-42)
Lê ji ber ku meslegê me terîqet nîne; bereks heqîqet e,em mecbur nînin ku evê rabitayê, wek ehlê terîqetê, bi awakî farazî û xeyalî, bikin. Him li meslegê heqîqetê nayê.
Bereks, bi awakî ku meriv aqîbetê bifikire; ne ku meriv pêserojê bîne dema nuha, bîleks di nezera heqîqetê de, bi fikr û ramanê xwe ve, ji zemanê nuha, ber bi îstiqbalê ve,here; bi çav lê binêre.
Belê, meriv bê yî ku qe luzuma xeyal û farazîyatê bike,dikare li ewî cenazeyê xweyê ku yek fêkîyê serê dara evî
umrê xwe yê kurt e, binêre. Çawa ku dikare bi wê ya ve,mirin û mewta xwe bibîne; ku hebekî, wê de here, mirina esra xwe jî, dubîne; hinekî jî, wê de here, mirina dunyayê jî, musahede dike, rê li îxlasa kamil vedike.
Sedemê Duduyan; Bi quweta îmana tehqîqî û bi ronahîya ku ji wê tefekkura îmanî ya li ser mesnûat û hunerên îlahî yên ku marîfet û nasîna San’î, derdixe holê ve, meriv new’ekî huzûrê bi dest dixe; û wuhareng meriv bifikire ku Xaliqê Kerîm, hazir û nazir e û ji xincê Wî, teweccuha ên mayî negere û bizanibe kuvdi huzura Wî de, gava li ên xêncî Wî binêre û jê alîkarî hêvî bike,muxalifê ewê huzûrê ye; her wuha bi evê yekê ve, ji wê rîyayê xelas dibe û îxlasê qezenc dike û her wekî din (hwd).……
.Di vê de, gelek derece û mertebe hene. Herkes qasî para xwe, çiqas bikaribe îstîfade bike, ewqas kar e. Ji ber ku di Rîsale-î Nûr de, gelek heqîqetên ku meriv, ji rîyayê rizgar bike û îxlasê bi dest bixe, hatine vegotin; em evê yekê, hewaleyê wê dikin û li vir kurt dibirin.
Deng tune