Rîsaleyên Îxlasê | Rîsaleyên Îxlasê | 28
(1-42)
Ji wan sedemên ku îxlasê diskînin û meriv sewqê rîyayê dikin; emê jê du-sê hebê wî, bi kurtî beyan bikin.
YA YEKAN: Reqabeta ku ji hêla maddî ve, tê; hêdî hêdî îxlasê diskêne. Him jî zirarê dide encama xizmetê. Him ewê menfieta maddî jî, ji dest dide.
Belê di vî milletî de, hurmet û fikra alîkarîyekê, ya ji bo kesên ku ji heqîqet û axiretê re dixebitin, her dem, heye. Bi nîyeta îstiraka bîl fîîl ya ewê heqîqeta îxlasa wan û xizmeta wana sadiqane, da ku ew ji bo hewcedarîyên xwe yê maddî, mesxûl û eware nebin û wextê xwe zayî nekin, bi menfîetên madîyên wek sedeqe û hedîyeyê, hurmet û alîkarîya wan kirine. Lê ev alîkarî û hurmet, nayê xwestin.
Bereks, tê dayîn. Him bi hêvî û li bendê mayîna bi qelben;bi lîsanê hal jî, nayê xwestin. Bilakîs, bi awakî ku qet lê napê, tê dayîn. Wer nebe, îxlas zede hildide. Him dikeve ber nehya ayeta

  1

emelê wî qismen disewite.Han, pistî xwestin û hêvîkirina evê menfîeta maddî,pasê nefsa ammare, ji hêla xodxemîyê ve, ji bo ku ewê menfîetê,neke para ên dinan, li hemberî birayekî xweyê heqîqî û hevalekî xweyê di wî xizmetê xusûsî de, tamareke reqabetê hisyar dube. Îxlasa wî zede digre, di xizmetê de, qudsîyetê wunda dike, di nezera ehlê heqîqetê de, dikeve rewseke giran û sar. Û menfîeta maddî jî, wunda dike û hwd……. Ev hevîra, dê gelek av hilde. Ez kurt dibirim û tenê du mînakên ku sirra îxlasê û îttifaqa samîmî, di nav birayên min ên heqîqî de, xurt bike, dê bêjim.
------------------------------------------
1  Ayetên min, bi erzanî nefrosin. (Suretê Beqere: 41)
Deng tune