Rîsaleyên Îxlasê | Rîsaleyên Îxlasê | 31
(1-42)
meqamekî ya li nefsa emmare ye ku ev çawa nexwesî û merezeke ruhî ya here muhîm e; her wusa jî, derî li xwe firosîyê, rîyakarîya ku jê re “sîrka xefî / vesartî” tê gotin, vedike; zirarê dide îxlasê.
Gelî birayên min! Ji ber ku meslega me yê di xizmeta Qur’ana Hekîm de, heqîqet û biratî ye; û ji ber ku li gor
sirra biratîyê, divê ku sexsîyeta xwe, di nav birayan de,fena bike (Hasiye) û nefsa wan, tercîhê nefsa xwe ke; lewma reqabeteke awha ya ku ji nefisperestîyê tê, divê tesîr neke.
Lewra ji binî ve, dijê meslegê me ye.
Madem bi gelemperî, seref û rûmeta birakan, dube ya her ferdî; tistekî weke ku feda û qurbankirîna ewê  erefa manewî, ya ji bo seref û suhreteke sexsî, cuz’î, xwe firosane, reqabetkarane; ez bawerim sed derece, durî Sagirtên Rîsaleyên Nûr e.
Belê aqil, qelb, ruhê Sagirtên Nur, tenezulê tistên wuha pest, suflî, bêkêr, bizerar nake. Feqet di herkesî de, nefsa emmare heye. Carna jî, hîssîyata nefsanî, tevlî tamaran dube, digel hebûn û hêza qelb, ruh û aqil; hukmê xwe îcra dikin. Ez naxwazim qelb û ruh û aqlê we, îttîham bikim.
Ji ber tesîra dersa ku Rîsale-î Nur, da ye, îtîmad dikim. Lê carna nefs û hewa û hîs û wehm, dixapînin; lewma, hûn carna, bi sîddet tên ikaz kirin. Ev sîddeta, li nefs û hewa û hîs û wehmê dinêre, bi îhtîyat tevbigerin.
Belê, ger meslegê me sêxtî bûya, dê meqamek tenê heba, yan jî çend meqamên mehdûd, hebana….Dê gelek îstîdad, namzedê ewê meqamî bûna…. Di bû ku reqabet û xodxamîyeke xibtakarane hebûya. Feqet meslegê me
-----------------------------------------------------
Xasiye: Belê, yê bextiyar ew e ku bo destxistina hewzeke mezin, sirîn a ku ji kewsera Qur’aniye yê diherike tê; saxsiyat û enaniyeta xwe ya her wekî parçeki buzê ye, bavêje ewê hewzê û bihelîne.
Deng tune